• Monday, 20 May 2024
logo

Nêrînên partiyên oposizyonê li hember doza girtina HDPê

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Nêrînên partiyên oposizyonê li hember doza girtina HDPê

 Mijara girtina HDPê hêj di rojevê de ye, îdianameye ji aliyê Serdozgerê Komarî  Bekîr Şahîn ve hatiye amade kirin, li ber destê Dadgeha Destûrê ye. HDP jî bi rêya komisyonekê parastinameya xwe amade dike.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP sêyemîn partiya mezin li parlamentoya Tirkiyê ye û niha li parlementoyê 56 parlemenetrên wê hene HDP, di dawî helbijartinên giştî ya sala 2018an de 5 milyon û 867 bin û 302  deng wergirtibûn. Lê niha gefa girtinê li ser wê heye û proseya  doza girtina wê li dadgehê berdewam e.

Endamê Desteya Rêveber a DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen dibêje: “HDP dê hem nivîskî hem jî bi devkî parastina xwe bike. Di encamê de yan dê partî were girtin yan jî dê alikariyên darayî bên birîn. Ji bo biryar bê standin ji 15 endamên şanda dadweran pêwîst e 10 jê dengê erê bidin.” 

HDPê gellek caran renxeyan li oposizyonê dike ku ew bêdeng mane. Beşek partiyên oposziyonê jî sedemên hewla girtina HDPê û îdîanameya ji aliyê serdozgeriyê ve hatiye amade kirin siyasî dibînin.

Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç jî got: “Îdianmeya ku bi girtina HDPê hatiye amadekirin, îdianameyekî hiquqî nîne, siyasî ye. Ji ber her dema hikumet û şirîkê wê ( MHP) dema bikevin tengasiyê yan êrîşê HDP dikin, yan êrîşî aliyekî din dikin yan jî dibêjin li dijî Tirkiyê li derve tevger hene. Lê ev hemû jî nerast in.”

Alîkarê Serokê Saadetê Fatih Aydin jî dibêje: “Weke partî me pêştir jî gotibû; li Tirkiyê çi kêşeyek bi girtina partiyan çareser nabe. Em li dijî girtina partiyên siyasî ne. Eger kesekî tawanek kiribe, bila doz li dijî bê vekirin. Lê nabe ku kesên  deng dane vê partiyê bêne cezakirin.” 

Îdianemay di derbarê girtina HDPê û birîna alikariyên darayî û 52 ji  parlementer qedexeya siyasî ya 451 rêveberên HDPê de, li ber destê dadgeha desturê ye HDP jî dê di nava 2 mehan de parastina xwe radestî dadgehê bike.

 

Rudaw

Top