• Friday, 17 May 2024
logo

Şêx Şamo: PKK nahêle rewşa Şingalê asayî bibe û hewl dide rewşê zêdetir têk bibe

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Şêx Şamo: PKK nahêle rewşa Şingalê asayî bibe û hewl dide rewşê zêdetir têk bibe

Rawêjkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Êzdiyan Şêx Şemo behsa rewşa Şingalê dike û dibêje heger rêkeftina Şingalê bihata cîbicîkirin wê rewşa kurdên êzdî baştir buya.

Beriya bi 7 salan weke îro 03.08.2014an çekdarên rêxistina terorîstê DAIŞê êrîşî Şingalê kir û komkujiyek pêk anî û Şingal û herêma wê dagir kir. Piştî wê bi fermana Serok Barzanî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir. Herwiha çekdarên PKKê piştî karesata 16ê Cotmeha 2017an ligel çekdarên Heşdî Şabî rêkeftin û dest danîn ser Şingalê û herêmê.

Herwiha roja 10.10.2020ê Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asayîkirin û seqamgîrîya rewşa Şingalê rêkeftin vajo kirin. Lêbelê heta aniha rêkeftin nehatiye cîbicîkirin.

Di wê derbarê de Rawêjkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Êzdiyan Şêx Şemo ji BasNewsê re axivî û got: “Komên çekdar ê li nava Şingalê ne kar ji bo bîr û ajandayên welatên herêmê kar dikin û nahêlin rêkeftina Şingalê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê were cîbicîkirin. ‘’

Herwiha Şêx Şemo dibêje, ajandayeke herêmî heye, ji bo ew rêkeftin neyê cîbicîkirin, çunke Şingal bûye cihê hevdu tesfîyekirina herêmî. Rêkeftin aramiyê bi xwe re tîne û ajandaya welatên herêmî wê naxwaze. Wan komên çekdar Şingal kirine depoyên sîxuriyê ev ji metirsiyeke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Di berdewamiyê jî de Şêx Şamo amaje bi wê yekê jî dike û dibêje: ‘’Take çareserî cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya Hewlêr û Bexdayê ye, çunke ew rêkeftin piştevaniya navdewletî li dû ye, bi taybet Amerîka û Neteweyên Yekgirtî û li ser asta her sê serokayetiyên Kurdistanê, Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlemantoya Kurdistanê, hewlên ciddî didin û mêvanên cîhanî yên serdana Kurdistanê dikin jî ji wan re behsa vê pirse tê kirin û ew jî tên agahdarkirin.

 

Basnews

Top