• Friday, 17 May 2024
logo

ENKS: Gefên berpirsên PYD û HSDê li dijî Herêma Kurdistanê, pêşhateke metirsîdar e

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
ENKS: Gefên berpirsên PYD û HSDê li dijî Herêma Kurdistanê, pêşhateke metirsîdar e

Endamekî Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bersiva daxuyaniyên berpirsên PYD û HSDê yên li dijî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge da û daxwaz ji PKKê kir, rêzê li dezgehên rewa û yasayên Herêma Kurdistanê bigire.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso di daxuyaniyekê de ragihand, “ENKSê her dem şerê Kurdî – Kurdî red kiriye, ji ber ku ew xizmeta pêşeroja gelê Kurd nake û dikeve berjewendiyên dijimên Kurdan. ENKSê jî her dem hewl daye bibe hokarê aştî û aramiyê di navbera hêzên Kurdistanî de û ti carî nabe alîgirê aliyekî di çi şerekî çekdarî ya li dijî berjewendiyên gelê me de û me bi aşkere helwesta xwe diyar kiriye ku kîjan alî dixwaze rewşê aloz bike û vî şerî derbixîne.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Em wek ENKSê, me pêştir di daxuyaniyekê de bûyerên li Herêma Kurdistanê yên di navbera hêzên Pêşmerge û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê de rû dane red kirine û me êrîşa li ser Pêşmerge di nava xaka Herêma Kurdistanê de ya ku tê de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûne jî şermezar kiriye.”

Wî endamê Desteya Serokatiya ENKSê got: “Em careke din daxwazê ji PKKê dikin, rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê û dezgehên wê bigire. Divê hemû alî û hêzên Kurdistanî rêzê li taybetmendiya her perçeyeke din a Kurdistanê bigirin û bihaneyê nedin dewletên herêmê ku destêwerdana siyasî û leşkerî di perçeyê din de bike.”

Herwiha got jî: “Gefên ku ji aliyê berpirsên PYDê û fermandarên HSDê ve li dijî Herêma Kurdistanê tên xwarin, pêşhateke metirsîdar e, bi taybet ku HSD xwe wek hêzeke niştimanî ya Sûrî dibîne û di nava wê de çekdarên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryanî û Aşûrî hene.”

Silêman Oso di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Ev gef û daxuyaniyên hatine dayîn, pêşhateke metirsîdar di helwesta siyasî û leşkerî de ye, ji ber wê ji Amerîka tê xwastin helwesta xwe ji van gef û daxuyaniyanan diyar bike, ji ber ku dê herêmê ber bi milmilaneyên nû ve bibe û encamên wê dê ne baş bin.”

 

K24

Top