• Thursday, 09 May 2024
logo

Peyama Serok Barzanî ya bo cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bo cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan

hêviya cejneke bixêr û bereket bo wan dixwaze.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xuşik û birayên Êzidî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev cejne ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ewe ku xûşk û birayên Êzdî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin.

Cejna we pîroz bê û bimînin di xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî

02.08.2021

Top