• Saturday, 29 June 2024
logo

Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê xatira xwe ji Serok Barzanî xwest

Gulan Media August 2, 2021 Nûçe
Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê xatira xwe ji Serok Barzanî xwest

YE berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Îro li gel Serok Barzanî civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Martin Huth kir.
Di civînê de balyozê YE ragihand ku jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî li Îraqê bo xatir xwestinê serdana Kurdistanê kiriye.
Nav hatî rêzdariya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û jiber destkeftiyên heyî jî destxweşî li Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir.
Martin Huth herwiha diyar kir ku, YE vê di pêşerojê de jî berdewam be li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewşa siyasiya Îraqê, metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û hilbijartinên parlementoya Îraqê hate kirin û tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku başbûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê vê bandoreke baş li ser aramiya Îraqê dike.
Rewşa siyasiya Sûriye û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê jî mijarên din yên vê civîna han bûn.

 

 

Top