• Thursday, 18 July 2024
logo

Demîrtaş: Sedema kuştina Kurdan, siyaseta cudaker a desthilatê ye

Gulan Media August 2, 2021 Nûçe
Demîrtaş: Sedema kuştina Kurdan, siyaseta cudaker a desthilatê ye

Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, sedema kuştina Kurdan zimanê desthilatê ye û çeteyên hundir û derveyî dewletê bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane.  

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe komkujiya Konyayê bi tundî şermezar kir û da xuyakirin, sedema komkujî û pevçûnan, siyaseta cudaker a desthilatê ye. Çeteyên hundir û derveyî dewletê jî bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane.

Demîrtaş ji hemû Kurd û Tirkan dixwaz kir, rê nedin siyaseta cudaker û zimanê nefretê û xwe li hember wan neçemînin.

Da zanîn jî, ew ji bo mafnasî û dadê dixebitin û ji ber vê divê tu kes xwe bêhêvî û bêxwedî nebîne. Dibe ku zehmet be, lê ewê tekez aştî û azadî û dadweriyê pêk bînin.

Li gundê Hasankoy a navçeya Meram a ser bi parêzgeha bajarê Konya ya Tirkiyê ve roja 30.07.2021ê grûbeke nîjadperestên Tirk êrîşeke çekdarî birin ser malbateke Kurd û di encamê de ji vê malbata Kurd 7 kes hatin qetil kirin û mala wan hate şewitandin.

Vê êrîşa nijadperestî li Konyayê, gelek karvendan li her çar perçeyên Kurdistanê û li navxweya Tirkiyê li pey xwe anîn.

Pênc rêxistin û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê duhî di daxuyaniyeke hevbeş de ev êrîş bi tundî şermezar kirin û ragihand, “Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê, bi gotin û siyaseta xwe ya nîjadperest a li dijî kurdan rê ji van êrîşan re xweş kirine.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev êrîş bi tundî şermezar kirine û daxwaz kirin, encamderên vê bûyerê bigihin cezayê xwe.

 

K24

Top