• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Hewlêrê 12 cîhên curbicur hatin daxistin

Gulan Media August 1, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê 12 cîhên curbicur hatin daxistin

tîmên têkildar berdewam dibin li ser çavdêrî kirina cîhbicîh kirina şîretan.
Jiber pêbendî şîretên tendirostî nebûne hatine daxistin.

Walîtiya Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya şîret û biryarên komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê de, tîmên wan berdewamin li ser çavdêrî kirina cîhbicîh kirina wan şîret û rêkaran.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, di heman çarçoveyê de, tîmên wan karîne piştî çavdêriyeke hûr û kûr, 12 restorant, kafî û bar ku pêbendî şîretên tendirostî nebûne daxin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku tîmên wan bo parastina selametiya welatiyan berdewam dibin li ser çavdêrî kirina cîhbicîh kirina şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê.

Top