• Sunday, 19 May 2024
logo

MSD û HSDê pêşwazî li biryara Amerîkayê kirin

MSD û HSDê pêşwazî li biryara Amerîkayê kirin

MSD û HSDê pêşwazî li biryara Amerîkayê ya derbarê grûpeke çekdar a bi ser Tirkiyê ve kir. Wê wezareta Amerîkayê ceza bi ser çekdarên bikujên Hevrîn Xelef de sepandibû.

Encûmena Sûriya Demokratîk  (MSD) di derbarê biryara Wezareta Gencîne ya Amerîka de ku grûpa Ehrar El-Şerqiyê û 2 fermandarên wê xistibû lîsteya xwe ya cezayan daxuyaniyek belav kir.

MSD dibêje, “Ev pêşketineke balkêş e ji aliyê nivîsgehê ku sûcên koma Ehrar El-Şerqiyê yên li dijî sivîlanbi taybet kurdên Sûriyê nas kir. Jê qetilkirina hevala me şehîd Hevrîn Xelef û revandin gelek kesan. Li rex wê jî gelek endamên DAIŞê tev li koma xwe kirin û asta kiryarên xwe yên hovane li dijî şêniyan zêde kirin.”

MSDê berdewamiya metirisya komên girêdayî `Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê` ya li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kurdan piştrast kir û diyar kir ku “ji ber binkeftina DAIŞê li ser destê hêzên herêmê, ew tola xwe ji şêniyan hiltînin, bi zanabûn wan didin koçberkirin û demografiya herêmê diguherînin.”

Her di wê daxuyaniyê MSDê bang kir ku “divê her time ev kom werin şopandin bi taybet piştî agahiyên der barê avabûna odeyeke nû ya êrişan de ji aliyê van koman ve ku dewleta Tirk yekser çavdêriya wê dike û niyet dikin ku herêmên din bikin hedef ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne.”

Encûmena Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir, bi berpirsyariya xwe li hemberî grûpên rafdîkal rabe û li ser piştgîriya HSD berdewam be.

Herwiha Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di daxwiyaniyekê de, pêşwazî li cezayê Wezareta Gencîne ya Amerîka ya li ser grûpa Ehrar El-Şerqiye kir.

HSD dibêje, “Gava yekem ji bo lêpirsîna li tawanên ku wê grûpê û serkirdeyên wê, di derheqê welatiyên bakurê rojhilatê Sûriyê de pêkanîne.”

Di daxuyaniya xwe de HSDê daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku “di guvaşa siyasî û yasayî de li ser rêxistinên din yên weke Ehrar El-Şerqiye û piştevanên wan de berdewam bibin û kar bo qerebûkirina qurbaniyan li navçeyên dagîrkirî, yên bakurê Sûriyê bikin.”

HSD dibêje, “Ew dibînin ku ji ber asta tewanên wê grûpa çekdar, tê xwestin ku civaka navdewletî bi awayekî bilez tevbigere û dest bi rêkarên yasayî bike, ji bo dadgehkirina serkirdeyên wê grûpê li pêşiya dadgehên navdewletî.”

Ofîsa Çavdêrîkirina Pişkên Biyanê ya ser bi Wezareta Gencîne ya Amerîka (OFAC), ceza bi ser wê grûpa bikuja siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef de sepand.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihanfibû çekdarên grûpa bi navê Ehrar el Şarqiye, “kuştin, revandin, îşkence û destbiserdegirtina mal û mulk jî di nav de, taybetî jî li dijî Kurdên Sûriyê gelek tawan kirin.”

Top