• Saturday, 18 May 2024
logo

Berpirsekî serbazî yê YNK: PKK hêcet daye deste Tirkiyê û ji ber wê Tirkiye berdewam êrîşan pêk tîne

Berpirsekî serbazî yê YNK: PKK hêcet daye deste Tirkiyê û ji ber wê Tirkiye berdewam êrîşan pêk tîne

Fermandarê Pêşmergeyên Kurdistanê emîd Rukîn Zanyar Xoşnaw ragihandiye xeletiyeke mezine ku PKK êrîşî Pêşmergeyan dike û zirarê dide gelê Kurdistanê û divê PKK baqilene serederiyê bi Herêma Kurdistanê re bike û bahaneyan nede desten dijminên kurdan.

Fermandarê Pêşmergeyên Kurdistanê yê ser bi Yekîneyên 70ê yê Hêza Pêşmergeyan ji BasNewsê re axivî û got: ‘’Êrîşa duhê ya PKKê bo ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê karekî xelet e û zirarê dide gelê Kurdistanê. Çunke dijminên me dixwazin alozî û nakokî di nava me de hebe ji bo armancên xwe cîbicî bikin.’’

Herwiha Fermandarê Pêşmergeyên Kurdistanê Emîd Rukîn Zanyar Xoşnaw ragihandiye dema PKK li Herêma Kurdistan şer dike bahaneyê dide destû Tirkiyê û ji ber wê bi berdewamî Tirkiye leşkerên xwe tîne nava Herêma Kurdistan û di dema xwe de Mam Celal gelekî ji PKKê daxwaz kiriye şerê xwe li Herêma Kurdistanê nekin. Lêbele PKK bi kiryarên xwe zirarê digihînin Herêma Kurdistanê.

Di berdewamiyê jî de Emîd Rukîn Zanyar Xoşnaw got: ‘’Pêwîst e PKK baqilane ligel Herêma Kurdistanê serederiyê bike û bahaneyan neden destê dujminên kurd ku baregehên xwe yên serbazî li Herêma Kurdistanê ava bikin û xwe bihêz û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lawaz bikin. Herêma Kurdistanê xwedî statûyeke siyasî ya girîng e û parlemento û dezgehên wê yên meşru hene. Ji ber wê ye divê PKK û hemû alî parastina wê serweriyê bikin.

 

 

Basnews

Top