• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Îspanyayê civiya

Serokê herêmê li gel balyozê Îspanyayê civiya

pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
Pîwerdariya balyozê Îspanyayê li Îraqê bi dawî hatiye.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Îspanyayê yê li Îraqê Juan Jose Escobar Stemmann kir ku, bo xatir xwestinê ji rayedarên Kurdistanê serdana Hewlêrê kiribû.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya sekeftinê bo balyozê Îspanyayê di pîwerdariya nû de jê re xwest û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Juan Jose Escobar Stemmann bo pêşde birina têkiliyên navbera Îraq, Kurdistan û Îspanyayê diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de têkiliyên Îraq û Kurdistanê yên li gel Îspanyayê, derfetên hêlbirînê yên bo kompaniyên Îspanî li herêma Kurdistanê , hilbijartinên pêşwext yên Îraqê û pêşeroja prosesa siyasiya Îraqê hatin nirxandin.

Top