• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka kujerên Hevrîn Xelef xistin lîsteya sizayan

Amerîka kujerên Hevrîn Xelef xistin lîsteya sizayan

Wezareta Gencîneya Amerîkayê, tometbarên kuştina Hevrîn Xelef ku du serkirdeyên grûpa Ehrar El-Şerqiyê ne û hejmarek berpirsên hikûmeta Sûriyê xistin lîsta sizayan.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê, lîsta danîna sizayan li ser grupên çekdarên Sûriyê û berpirsên zindanên rejîma Sûriyê nû kir.

Di lîsta nû de, heşt berpirsên zîndanê ku berpirsên bilind ên Hewalgêriya Leşkerî ya Rejîma Sûriyê hene. Li gor amaran 14 hezar kes bi eşkence hatine kuştin û çarenivîsa 130 hezar kes jî nediyar e.

Wezareta Gencineyê herwiha, du serkirdeyên Ehrar El-Şerqiye, bi navê Ehmed Îhsan Feyad El-Hayes yê bi nasnavê (Ebu Hatem Şaqra) û Re’d Casim el-Hayes bi nasnavê (Cafer El-Şeqra) jî xistin lîsta sizayan.

Wezareta Gencineyê dide zanîn, ew kes berpirsên zîndanên gundewarên Heleb û Îdlibê ne ku gelek eşkence û revandin kirin. Her wiha ew her du kes bi kuştina Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef û pasewanekî wê jî tên tometbarikirin ku Komîsyona Netewên Yekgirtî jî ew daxwaz kiribûn.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12ê Cotmeha 2019an di êrîşeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li ser riya Navdewletî li nêzîkî bajarê Qamişlo hatibû kuştin.

Herwiha, ew du endamên Ehrar El-Şerqiye bi kuştina sivîlan, taybet armanckirina Kurdan, karmendên tendirustiyê, bazirganiya jin û zarokên êzdî, revandin, zîndankirin û talankirinê tên tometbarkirin.

 

K24

Top