• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî: Hewraman xwedan roleke berçave

Serok Barzanî: Hewraman xwedan roleke berçave

pîrozbayî li xelkê Hewramanê dike.
Hêviya amarî û pêşkeftina zêdetir bo Hewramanê dixwaze.

Serok Barzanî derbarê tomar kirina navê Hewramanê di nava lîsteya mîrasa cîhanî de ji aliyê navenda Unesco ve daxuyaniyek weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Ez gelek kêfxweşim ku beşê Rojhilatê Hewramanê ketiye nava lîsteya mîrasên cîhanî ve, Hewraman devereke girîng ya Kurdistanê ye ku hertim xwedan roleke berçav bûye di warê çand, wêje, dîrok, şoreş, siyaset û tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de hebûye.

Bêgoman ev biryara Unescoyê destkefteke din ya girînge bo gelê Kurdistanê û devera Hewramanê, jiber vê yekê pîrozabayî li xelkê Kurdistanê û devera Hewramanê dikim, hêviya aramî û pêşkeftina zêdetir jê re dixwazim.

Top