• Wednesday, 22 May 2024
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Tirkiyeyê civiya

Serokê herêmê li gel balyozê Tirkiyeyê civiya

ev çend roje weke balyoz dest bi kar kiriye.
Nav hatî taze li Bexdayê weke balyoz dest bi kar bûye.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Elîreza Guney kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Elîreza Guney kir ku weke balyozê Tirkiyeyê ev çend roje li Îraqê dest bikar kiriye.

Di civînê de ku Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên Kurdistan û Îraqê li gel Tirkiyeyê û pere pêdana têkiliyên han hate kirin.

Rewşa Koronayê li Îraq û Tirkiye, pêşeroja Îraqê, hilbijartinên pêşwext yên Îraqê û rewşa giştî ya deverê mijarên din yên civînê bûn.

Top