• Thursday, 09 May 2024
logo

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo Patriyark Mar Gorgîs Slîwa

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo Patriyark Mar Gorgîs Slîwa

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz cenabê Patriyark Mar Gorgîs Slîwa, Patriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî:

Bi xemgîniyeke mezin ve xebera koça dawî ya Xatû Penna Danyal Slîwa xuşka cenabê te gihîşte min. Sersaxî li cenabê te û malbata we dikim û ez xwe weke hevxemê we dibînim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê rehmetî şad bike û aramiyê bide we hemûyan.

Mesûd Barzanî

28ê Tîrmeha 2021ê

 

K24

Top