Balyozê Amerîkayê: Em dixwazin aramî û ewlekariya li Herêma Kurdistanê li hemû Iraqê hebe
Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller amaje bi wê dike, hebûna Amerîkayê li Iraqê li ser daxwaz û vexwendina hikûmeta Iraqê ye û “daxwaz ji me kirin em serkirdatiya Hevpeymaniya Navdewletî bikin daku em alîkariya hikûmeta Iraqê bikin û DAIŞê ji nav bibin. Me piraniya wî erkî cîbicî kiriye.”
Tueller derbarê hilbijartinan de jî got, “Em bi rêya UNAMI piştgiriya darayî ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijrtinan re dişînin. Herwiha em hevkariya hêzên ewlekarî yên Iraqê dikin daku bikarin jîngeheke aram ji hilbijartinê re peyda bikin.”
Derbarê operasyonên Tirkiyê de li nav sînorên Başûrê Kurdistanê jî Balyozê Amerîkayê got, “Tirkiyê ji ber dilgiraniyên xwe li hember gefên PKKê hate nav Iraqê. Çimkî PKKê xwe li Iraqê veşartiye. PKK dikare wisa bike çimkî dewleteke Iraqî ya bihêz nîne ku bikare pêşî li van cûre çalakiyan li ser axa xwe bigire.”
Balyozê Amerîkayê tekez jî kir, “Pêşmergeyan bi piştgiriya Amerîka û hevpeymanan karîn DAIŞê paş ve bibin. Ewlekariya baştir û aramiya bêhtir li Herêma Kurdistanê bûye sedema pêşketina zêdetir. Em dixwazin ev armanc li hemû Iraqê bi cih were.”
Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, hilbijartinên pêşwext, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û êrişên li ser sînorê Herêma Kurdistanê bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê yê li Washingtonê Roj Elî Zale da.
Hinek grûpên Iraqê dibêjin hûn tenê navê hêzên xwe ji hêzên şerker bo şêwirmend diguherin. Tu çi li ser vê dibêjî?
Di destpêkê de spas ji bo vê derfetê daku ez ji we û temaşevanên we re bipeyivim. Erê rewşa ewlekarî li ser gotûbêjan serdest e. Lê bila ez bînim bîra hemûyan ku hebûna me li Iraqê li ser daxwaz û vexwendina hikûmeta Iraqê ye. Daxwaz ji me kirin em serkirdatiya Hevpeymaniya Navdewletî bikin daku em alîkariya hikûmeta Iraqê bikin û DAIŞê ji nav bibin. Me piraniya wî erkî cîbicî kiriye. Em niha di qonaxekê de ne ku em şiyanên hêzên Iraqî dinirxînin wek Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Iraqê yan hêzên rûbirûbûna terorê. Herwiha em pêwîstiyên wan dinirxînin. Ev mijara gotûbêjan e. Bi rastî, tişta ew dijayetiya wê dikin dewleta Iraqê ye. Dijatiya çêbûna dewletekê dikin ku bikare ewlekariyê ji gelê Iraqê re misoger bike. Dijatiya çêbûna dewletekê li Iraqê dikin ku bikare derfetên kar peyda bike. Ti dagirkariyek ji aliyê hêzên biyanî nîne, bêguman ji aliyê Amerîkayê jî. Rola me di çarçoveya navenda operasyonên Iraqê de ye daku em wiha bikin hêzên Iraqê bihêz bibin.
Bi nêrîna te, ev rêkeftina Amerîka û Iraqê, dê rewşê ji bo balyozxaneya we û navendên Amerîka li Iraqê baştir bike?
Ti navendeke leşkerî ya Amerîka li Iraqê tune ye. Hêzên me li navendên leşkerî yên Iraqê ne wek Eyn Esed, Hewlêr û deverên din. Ti baregeheke Amerîkî nîne. Li wir balyozxaneya me heye, wek çawa li welatên din jî heye. Bi awayê asayî dewleta malxwê ji parastina balyozxaneyan û parastina wan hêzên biyanî ku li ser vexwendina wê li wir in, berpirs e. Pirsa rasteqîne ji bo hikûmeta Iraqê ev e; gelo dikarin rûbirûyî wan hêzan bibin ku wek min got dijatiya hikûmeta Iraqê dikin? Dikarin wan kesan ceza bikin ku wan êrişan pêk tînin? Dikarin pêşî li wan bigirin? Dikarin pey wan bikevin? Min di vî warî de hin serkeftin dîtine û em destxweşiyê li wan dikin. Em hêvîdar in ku hikûmeta Iraqê berdewam be li ser ku bi tundî rûbirûyî wan hêzan bibe ku li dijî berjewendiyên Iraqê û gelê Iraqê ne.
Neteweyên Yekbûyî dibêje zehmet e di vê rewşê de hilbijartineke dadmend pêk were. Sedr beşdarî hilbijartinê nabe. Grûpên ku piştgiriya xwepêşandanan jî dikirin dibêjin em beşdar nabin. Bi nêrîna te, rewşa Iraqê ji bo hilbijartineke dadmend kêrhatî ye?
Bila em wê yekê bînin bîra xwe ku dawiya 2019an qewimî; ciwan daketin kolanan, xwestin gotina xwe bêjin. Bi nêrîna min, bi navê hemû Iraqiyan diaxivîn û gotin em dixwazin welatê xwe vegerînin jêr destê xwe. Em welatekî naxwazin ku ji aliyê çend partiyên siyasî ve tê birêvebirin, ne li gor berjewendiyên gelê Iraqê, lê li gor berjewendiyên wan. Hilbijartina pêşwext jî daxwaza gelê Iraqê bû. Bi baweriya min, wexta ku serokwezîr Kazimî sonda yasayî xwar soza pêkanîna hilbijartinên pêşwext da. Piraniya amadekariyan hatine kirin. Bi nêrîna min, karîna Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di asteke bilind de ye û dikarin bikin. A ku pirsa rasteqîne ye, ew e ku hinek grûp hene dixwazin vê hilbijartinê likedar bikin. Dixwazin encama wê biguherin, dixwazin rewşa ewlekarî bi awayekî be ku bandorê li encama hilbijartinê pêk bîne. Erkê hikûmeta Iraqê ye piştrastiyê bide ku amadekarî bi awayekî ne astengiyan ji wan kesan re çêbike ku dixwazin hilbijartinê têk bibin. Bi baweriya me, piştgiriya me ji bo hikûmeta Iraqê pir giring e. Em bi rêya UNAMI piştgiriya darayî ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijrtinan re dişînin. Herwiha em hevkariya hêzên ewlekarî yên Iraqê dikin daku bikarin jîngeheke aram ji hilbijartinê re peyda bikin.
Pirsgirêkeke din li Herêma Kurdistanê heye, wiha kiriye gelek kes gund û navçeyên xwe vala bikin, qurbanî jî hene. Ew jî êrişa artêşa Tirkiyê li ser hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Hûn di vî warî de bêdeng in. Hûn çima bêdeng in? Amerîka dikare çareseriyeke aştiyane ji vê pirsgirêkê re bibîne?
Ez bawer nakim em bêdeng bûbin. Gotina me pir zelal e û me çend caran bi zelalî nîşan daye. Wek Amerîka em dixwazin Rojhilateke Navîn ya aram bibînin. Em naxwazin navçeyekê bibînin ku hergav şêniyên wê koçber bibin, karesatên mirovî biqewimin û komên radîkal gefê li dezgehên dewletê bikin. Em dixwazin ev armanc ji Deryaya Navîn heta Kendava Farisî pêk were. Roleke Iraqê ya giring di vê de heye. Iraqa aram ango navçeyeke aram. Lewma em dixwazin dewleteke Iraqê ya bihêz û aram bibînin. Li ser rewşa ku te behs kir; Tirkiyê ji ber dilgiraniyên xwe li hember gefên PKKê hate nav Iraqê. Çimkî PKKê xwe li Iraqê veşartiye. PKK dikare wisa bike çimkî dewleteke Iraqî ya bihêz nîne ku bikare pêşî li van cûre çalakiyan li ser axa xwe bigire. Milîsên çekdar jî hene ku li dijî berjewendiyên hikûmeta Iraqê kar dikin, dîsa ji ber lawazî û bêşiyaniya dewleta Iraqê. Gendeliya berfireh heye, dîsa ji ber lawaziya dewleta Iraqê. Partiyên siyasî û kesayetiyên siyasî dikarin dest deynin ser dezgehên dewletê û wezaretan, dahata dewletê bibin û bixin xizmeta berjewendiyên xwe. Ev hemû pirsgirêk bi wê yekê çareser dibin ku em bibînin dewleta Iraqê bihêz bibe, pêş bikeve û bikare wan hemû pirsgirêkan çareser bike. Wek Amerîka, gotina me pir zelal e; berjewendiya me di Iraqeke bihêz, hevgirtî û xwedî serwerî de ye.
Gelek caran berpirsên Amerîka dibêjin ew herêmeke Kurdistanê ya bihêz di çarçoveya Iraqeke demokratîk û federal de dixwazin. Amerîka dikare çi bike daku Kurdistan bihêztir bibe?
Bi nêrîna min, ji gelê Iraqê re, ji gelê Kurd û Iraqa Federal re jî derketiye ku rêya herî baş ji bo reftara bi pirrengiya Iraqê re, hebûna dewleteke federalî ye û herêma otonomî ya kurdî jî di nav de be. Hêj pirsgirêkên neçareserkirî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Me di dema bîst salên borî de dît ku Herêma Kurdistanê baş geş bûye û di aliyê ewlekarî de pêş ketiye. Bi gefa DAIŞê re rûbirû ma. DAIŞ pir ji Hewlêrê nêzîk bû û karîn rûbirûyî wê bibin. Pêşmergeyan bi piştgiriya Amerîka û hevpeymanan karîn DAIŞê paş ve bibin. Ewlekariya baştir û aramiya bêhtir li Herêma Kurdistanê bûye sedema pêşketina zêdetir. Em dixwazin ev armanc li hemû Iraqê bi cih were.
Heya çiqasî haya te ji pirsgirêkên navxwe yên Silêmaniyê heye? Wek tu dizanî hevserokekî YNKê, Lahur Talebanî, hemû desthilatên wî jê hatin standin. Tu vê rewşa wir çawa dibînî?
Me pêşwazî lê kir ku YNK bi PDKê re hikûmet pêk anî. Bi nêrîna me, ev pêngaveke pir giring bû. Pirsgirêka Iraqê ew e ku çend lîstikvanên navxweyî û biyanî hene herdem li derfetan digerin ji bo bikaranîna nakokiyan û cîbicîkirina ajendayên xwe. Vê yekê Iraq lawaz kiriye. Peyama me ji bo hemû dostên me li Iraqê ev e: Kurd, Ereb, Şîe û Sunî bibin yek. Bi hev re kar bikin. Çimkî hinek kes li hundirê Iraqê hene ku nûnertiya baweriyên radîkal dikin. Li derve jî hinek kes hene ku hergav li derfetan digerin ji bo dîtina nakokiyekê daku bikar bînin û mezintir bikin. Van pirsgirêkan bi awayekî aştiyane û avaker çareser bikin. Di berjewendiya we de ye.
Zor spas, rêzdar Tueller, balyozê Amerîka li Iraqê.
Rudaw