• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka: Erkê me li Iraqê tê guhertin lê hevbeşiya navbera me bidawî nabe

Amerîka: Erkê me li Iraqê tê guhertin lê hevbeşiya navbera me bidawî nabe

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki tekez dike ku erkê serbazê yê hêzên Amerîkayê tê guhertin lê ev nayê wateya bidawîbûna hevbeşiya navbera Washington û Bexdayê.

Jen Psaki, diyaloga dawî ya stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê û naveroka wê bo rojnamevanan rave kir û got, niha ew gehiştine qonaxekê ku erkê hêzên Amerîkayê ji şerkirinê bo rahênan, şêwir û alîkarîkirinê tê guhertin, lê bibîr xist ku li ser wê hevbeşî û peywendiyên “bihêz” ên ligel Iraqê berdewam dibin ku berî hebû.

Psaki tekez kir, Amerîka dê hevbeşî û pêwendiyên xwe yên bihêz li gel Iraqê berdewam bike.

Berdevka Koşka Spî got, “Tenê dixwazim bibêjim ya herî girîng ew e ku ev guhertineke di erkê me de, wate erkê me li Iraqê tê guhertin, Pişta xwe bi wê yekê girêdidin ka çi pêwîst e bo wî erkî. Ez hurgiliyên kirdarî bo te eşkere nakim. Bo vêna daxwazê ji te dikim pirsyarê ji Wezareta Berevaniyê bikî, lê yekem pêngav guhertine di erkê me de, dawî li şerkirênê tê anîn, rola şerkirinê bi dawî dibe û li Iraqê ber bi rolekî ve diçin ku zêdetir perwerde, rawêjkarî û alîkarîkirinê li xwe digre. Serkirdayetiya Iraqî ew daxwaz kirine ku dixwazin vê guhertinê li ser erdê bibînin.., Ber bi qonaxekê gavan diavêjin ku nayê wateya bidawîbûna hevbeşiya navbera me. Em pêgeha xwe li Iraqê dihêlin, lê bo mebesteke din, bêguman ev jî bi hevahengiya ligel serkirdayetiya Iraqê, bi awayekî bikaribin di şerê DAIŞê û rûbirûbûna gefên metirsîdar de ku ji aliyê Îranê ve tên, sûdê bigihînin. Ev guhertineke di erkê me de. Ev nayê wateya nemana hevbeşiya me yan nehiştina pêgeha me yan jî peywendiyên bihêz ên ligel serkirdeyên Iraqî.”

Amerîkayê ragihandiye ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê heta dawiya îsal hêzên wan êdî erkê şer û rûbirûbûnê wernagirin, lê ew erkê dimîne perwerde, rahênan û alîkarîkirina hêzên ewlekariyê yên Iraqê ye.

Amerîkayê bi biryara serokê berê yê welat Donald Trump hejmara serbazên xwe yên li Iraqê ji zêdeyî 3000 serbazan daxist 2500 serbazan, Biden amaje bi wê yekê nedaye ka çend serbazên wan li Iraqê dimînin, lê berpirsên Amerîkayê ji Ajansa Associated Pressê re gotine ku dibe bo perwerde û rahênanê pêwîst neke hejmara serbazan were kêmkirin.

Gera çarem a danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de roja 23ê Tîrmehê destpê kir û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serokatiya şandên herdu aliyan kirin.

Danûstandinên stratejîk ên navbera Bexda-Waşingtonê roja 11ê Hezîrana 2020an wek beşek ji rêkeftina stratejîk a sala 2008 a navbera herdu aliyan hatibûn destpêkirin.

 

 

Rudaw

Top