• Friday, 24 May 2024
logo

Şandeke leşkerî ya Amerîkî serdana wezareta pêşmerge kir

Şandeke  leşkerî ya Amerîkî  serdana wezareta  pêşmerge kir

dibêje me gelek pêngavên girîng yên hevbeş avêtine.
Li gel wezîrê pêşmerge civiya.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, şandek Amerîkî yaku ji Şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê pêk hatiye serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel wezîr û rayedarên wezaretê civiyaye.

Di civînê de giftûgo li ser prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge de, hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Amerîkî û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê hatiye kirin.

Her di heman civînê de şanda Amerîkî behsa vê yekê kiriye ku li gel wezareta pêşmerge û hêzên pêşmerge di warê karên hevbeş de gelek pêngavên girîng avêtine.

 

Top