• Thursday, 16 January 2025
logo

Abdullah Demîrbaş: Dixwazin îradeya Kurd û Kurdistanê bifetisînin

Abdullah Demîrbaş: Dixwazin îradeya Kurd û Kurdistanê bifetisînin

Şaredarê Berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş dibêje, Tirkiye “dixwaze îradeya Kurd û Kurdistanê bifetisîne” û tekez dike, “ti caran bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê ji dil, mejî û rihê me dernaveke.” Herwiha Demîrbaş bang li Serok Barzanî jî kir.

Ev demek e li Almanyayê behsa lîsteyeke navan tê kirin û tê gotin ku wê ew kes bibin armanc. Piraniya navên di lîsteyê de siyasetmedar, rojnamevan û kesayetên opozîsyona Hikûmeta Tirkiyê ne û piraniya wan jî Kurd in.

Siyasetmedarên Kurd ên wekî Abdullah Demîrbaş û Hasîp Kaplan jî di lîsteyê de ne. Şaredarê Berê yê Sûra Amedê  Abdullah Demîrbaş derbarê vê mijarê de beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê.

“Em dev ji doza xwe bernadin”

Abdullah Demîrbaş amaje bi wê dike, wan li ser vê mijarê peywendî li gel aliyên peywendîdar pêk anîne û li ser armanca amadekirina wê lîstê jî got, “Dixwazin îradeya Kurd û Kurdistanê bifetisînin. Lê ti caran bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê ji dil, mejî û rihê me dernaveke.”

Ew siyasetmedarê Kurd tekez dike, “Em Kurd û Kurdistanî ne, em dê ji bo doz, netew û axa xwe têkoşîna xwe bimîşînîn. Bi me nikarin, ev jî tirsa wan e, bila bitirsin!”

“Ew ên opozisyonê dikin Kurd û Kurdistanî ne”

Li ser sedema amadekirina lîsteke taybet derbarê kesayetên opozisyonê yên ku li derveyî Tirkiyê dijîn jî, Demîrbaş diyar dike, ji ber ku ew kes li derveyî Tirkiyê dengê xwe bilind dikin, ew (hikûmet) ji vê yekê nerazî ye û got, “Li Tirkiyê kesayetên ku opozisyonê bike, gelek kêm mane, ew ên opozisyonê dikin jî Kurd û Kurdistanî ne piranî. Kurd Kurdistanî jî ti caran dev ji vê yekê bernadin. Êrişî kesên li dijî  dagirkeriya Tirkiyê disekinin dikin. Ew dibêjin, `em dê wan li Ewropayê jî teslîm werbigirin, an jî em dê çalakî û bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê bifetisînin.”

Li ser tedbîrên li dijî vê gefa heye jî Demîrbaş dibêje, “Me li gor xwe tedbîrên xwe wergirtine û me peywendiyên xwe pêk anîne. Mebest çavtirsandin e, lê em ji mirinê natirsin, ji ber ku baweriya me heye.”

“Tirkiye di rewşeke gelek xeter de ye"

Şaredarê berê yê Sûrê eşkere jî kir, “Mehek berê hevjîna min a berê desteser kirin, zarokên min tirsandin, hemû kartên min ên krediyê (kartên bankê) girtin. Lê em amade ne û ev me natirsîne. Eger yekîtiya Kurdan nebe, Kurd û Kurdistanî negihijin armanca xwe, ew me ditirsîne û mirina me ye.”

Demîrbaş tekez jî kir, “Tirkiye di rewşeke gelek xeter de ye û êrişî me Kurdan dike.Ev jî nîşan dide ku aciz in, tengav bûne û ditirsin. Em dê yekîtiya xwe pêk bînin û wan zêdetir bitirsînin.

Herwiha Abdullah Demîrbaş di dewama gotinên xwe de bang li aliyên çar perçên Kurdistanê jî kir û got, “Dema ku Tirkiye winda bike nêzîk e, eger em Kurd û Kurdistanî yekîtiya xwe ava bikin, li Rojhilata Navîn, di sedsala 21an de, Kurd û Kurdistanî dê bigihijin armanc û statuya xwe.”

Demîrbaş bang li Serok Barzanî kir

Di dawiya gotinên xwe de jî Demîrbaş bang li Serok Barzanî kir ku “hemû aliyan bîne cem hev û yekîtiya Kurd û Kurdistanê pêk bîne.”

Hasîp Kaplan jî ku navê wî di lîstê de ye, eşkere kir ku polîsê Almanya peywendî bi wî kirine û jê re gotine navê wî di lîsteya wan kesan de ye ku egera terorkirinê li ser heye.

Siyasetmedar Hasîp Kaplan li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “parlamento di bêhnvedanê de ye, opozîsyon di xew de ye, kê ew lîsteya kuştinê amade kiriye? Tayîb, Soylu û dewleta kûr bêdeng in” lê ew bêdeng nabin.

Lîsteke sêyem jî heye

Li aliyê din Celal Başlangiç ku sernivîserê malpera Arti Gerçek e û navê wî jî di lîsteyê de heye, ragihand ku polîsên Almanya çûne mala wî û behsa lîsteyeke sêyem kirine ku navê 55 kesan tê de ye, li derveyî welat dijîn û opozîsyona Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî ne.

 

Rudaw

Top