• Sunday, 30 June 2024
logo

Berpirsekî Gorran bo PKKê: Têkdana rewşa Herêma Kurdistanê xeta sor e

Berpirsekî Gorran bo PKKê: Têkdana rewşa Herêma Kurdistanê xeta sor e

Endamekî civata giştî ya Gorran dibêje, bila hikûmeta Kurdistanê ji PKKê re bêje ji Herêma Kurdistanê derkeve û şerê xwe jî derbasî Bakur bike.

Îşev çekdarên PKKê li devera Soran êrişî hêzên Pêşmerge kirin. Bi gotina sererkanê Pêşmerge, ziyan hene lê heta niha nehatine ragihandin.

Li ser vê mijarê, endamê civata giştî ya Gorran, Qadir Îbrahîm ji BasNewsê re got, ev şerê ku PKK li Başûrê Kurdistanê dike ne şerê vir e, bila wî şerî derbasî Bakur bike. Bila li vir nemînin. Pêşmerge Kurdistanê diparêzin, çawa dikarin êrişî Pêşmerge bikin?!

Qadir Îbrahîm her wiha got, bila hikûmeta Kurdistanê PKKê agahdar bike ji Herêma Kurdistanê derkeve û êdî ziyanê nede Kurdistanê.

Wî serkirdeyê Gorran anî ziman jî, divê PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û got, rewşa Herêma Kurdistanê aram e û bila PKK aloz neke û ziyanê nede xelkê Kurdistanê êdî. Divê PKK bizane têkdana rewşa Herêma Kurdistanê xeta sor e û nabe wê xetê derbas bike.

 

Basnews

Top