• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka binkeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike

Amerîka binkeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike

Amerîka di demekê de ku hêzên xwe ji welatên Rojhilata Navîn vedikşîne, binkeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike. Mijara man û nemanê li Rojavayê Kurdistanê bûye cihê nîqaşan û rojeveke germ.

Piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistanê û behskirina egera vekişîna beşekê ji hêzên Amerîkayê ji Iraqê, careke din mijara mayîn an jî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de germ bûye. Hin çavdêr wiha dibînin ku eger hêzên Amerîka ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî vekişin, pir zehmet e hêzên Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin.

Lê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê wiha dibînin ku hêzên Amerîka zû bi zû ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê venakişin.

Nisredîn Ibrahîm, Sekreterê el-Partî ku yek ji partiyên PYNK ye, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re di vê derbarê de axivî.

Nisredîn Ibrahîm, Sekreterê el-Partî, dibêje, “Heta îro jî DAIŞ maye li Iraq û Sûriyê jî. Ew hevbendiya di nav HSD û Pêşmerge jî maye. Li gor agahiyên digihijin destê me, Amerîka hêza xurt dike.”

Ebdukerîm Mihemed, Endamê Polîtburoya PDK-S, ku yek ji partiyên ENKSê ye di dema beşdarbûna di heman bernameyê de, got, hêzên Amerîka dê li navçeyê bimînin heta ku hin armancên destnîşankirî pêk bînin.

Ebdulkerîm Mihemed, Endamê Polîtburoya PDK-Sê dibêje, “Wek ENKS û PDKS em wisa dibînin ku Amerîka zû ji vir venakişe. DAIŞ wek fikr maye. Amerîka zû bi zû venakişe.

Li parêzgeha Hesekê 4 binkeyên serbazî yên sereke yên Amerîka hene

-Binkeya Rimêlan

-Binkeya Til Bêder

-Binkeya Hesekê

-Binkeya Şedadî

Niha derdora 900 serbazên Amerîkî li bakûr û rojhilatê Sûriyê hene ku piştevaniya hêzên HSDê di rûbirûbûna şaneyên DAIŞê de dikin û rahênan û perwerdeya serbazî bi wan hêzên xwecihî dikin.

 

Rudaw

Top