• Sunday, 19 May 2024
logo

Berpirsekî PDKê: PKK, zarokan direvîne û Pêşmerge şehîd dike

Berpirsekî PDKê: PKK, zarokan direvîne û Pêşmerge şehîd dike

Endamê rêveberiya PDKê Bilind Îsmaîl rexneyên tund li hêzên PKKê kirin ku wek dijmin li gel Kurdistanê tevdigerin û zarokan direvînin, Pêşmerge şehîd dikin û bazirganiya tiryakê dikin û hemwelatiyan îşkence dikin û bacê distînin.

Berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger em li ser bernameya PKKê bi hûrgilî temaşe bikin, bi ronî aşkera dibe ku ew hêzekin di xizmeta stratejiya neyarên doza neteweya kurd de li her çar parçeyên Kurdistanê.’’

Herwaha got, PKK ji destpêka avabûna saziyên rewa yên herêma Kurdistanê ve û piştî raperînê heta naha bi awayekî aşkera dijminayiya xwe li hember wan saziyên rewa yên herêma Kurdistanê nîşan daye.

Bilind Îsmaîl got, zêdetir ji 30 sale PKK li herêma Kurdistanê ye. hemû ew karên ku dike ji ber dijminayiya kurd ji bo wan guncaw nabe ji ber wê rasterast nakin. Herwaha PKK rêgirî kiriye li avakirina zêdetir ji 400 gundên herêma Kurdistanê. Herwaha di bazineya îdareya rewa ya herêma Kurdistanê de, îdare û herêmekî cuda ji bo xwe ava kirine ji bo têkdana rewabûna herêma Kurdistanê.

Bilind Îsmaîl got, PKKê bi sedan hemwelatiyên kurd îşkence kirine û bê serûşûn kirine, bi sedan zarokên kurd revandine û ji bo bikaranîna di qaçaxçîtî û tiryak û têkdanê de jî perwerde kirine.

Bilind Îsmaîl got ji hemûyê jî xirabtir PKK bûye bahane ji bo leşker anîna Tirkiyê ya ser sînorên herêma Kurdistanê. Herwaha her pevçûnekî PKKê ya li gel Tirkiyê dibe sedem bo têkdana bingehê aboriya Kurdistanê û ziyan gehandina can û malê hemwelatiyan.

 

Basnews

Top