• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka ji Kurdistanê navekêşe

Amerîka ji Kurdistanê navekêşe

dibêje Amerîkî gelek girîngî bi Kurdistanê didin.

Dibêje li Rojhilata Navîn de Kurdistan bo Amerîkayê gelek girînge.
Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê Serokê herêma Kurdistanê derbarê vekêşîna Amerîkayê ji Îraqê zaniyarî da raya giştî.
Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê Serokê herêma Kurdistanê, Babekir Zibarî ragihand ku vê carê Amerîka weke sala 2011an ji Îraqê navekêşe, jiber ku sala 2011an piştî vekêşîna Amerîkayê rewşa Îraqê bi temamî têk çû.
Babekir Zibarî behsa vê yekê kiriye ku eger Amerîka ji Îraqê jî vekêşe vê li Kurdistanê bimîne û hêzên xwe nevekêşe jiber ku li Rojhilata Navîn de Kurdistan bo Amerîkayê gelek girînge.
Zibarî diyar kiriye ku beriya niha gelek caran li gel rayedarên Amerîkî civiyaye û jê re gotine ku Kurdistan bo Amerîkayê gelek girînge bi taybetî di warê jeopolîtîkî de û xelkê Kurdistanê jî ne weke xelkê welatên dine ne li dijî hêzên Amerîkiye jiber vê çendê vê Amerîka eger ji Îraqê jî vekêşe ku bawer nakim vekêşe, vê li Kurdistanê de bimîne.
Nav hatî derbarê êrîşên komên çekdar yên bo ser hêzên Amerîkî jî daye zanîn ku ev komên çekdar ku wan êrîşan pêk tînin ji aliyê hikûmeta Îraqê ve têne piştîvanîkirin û hikûmeta Îraqê jî nikare wan kontrol bike û ev yek jî wisa kiriye ku Îraq hîn jî pêdiviya xwe bi mayîna hêzên Amerîkî hebe.

Top