• Sunday, 28 July 2024
logo

Zara kilîbek nû belav kir: “Çunke Xoşim Dewêy”

Zara kilîbek nû belav kir: “Çunke Xoşim Dewêy”
Hunermenda kurd Zara Rojhilat, kilîba xwe ya nû belav kir. teksta kilîbê jî ji aliyê Samî Ergoşî ve hatiye nivîsandin.

Hunermenda Rojhilatî Zara Qadir ku wek Zara Rojhilat tê naskirin, kilîbek nû belav kir. Navê wê kilîbê “Çunke Xoşim Dewêy” ye.

Zara Rojhilat li ser kilîba xwe ji Rûdawê re got, helbesta stranê ji aliyê Samî Ergoşî û awaza wê jî ji aliyê hunermend Heval Îbrahîm ve hatiye danîn.

Ew dibêje, bi qasî ku haya min jê heye pêşwaziyek baş li kilîba min hatiye kirin.

Wê hunermenda Rojhilatî da zanîn ku albomeke wê ya ku ji 9 stranan pêk hatiye, hîn nehatiye belavkirin û got, ezê di demek nêzîk de berhemek nû derxînim.

Zara sala 1978 li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di gellek konsêrt û merasiman de stran gotiye.

Rudaw
Top