Amerîka: Kurd hevpeymanên me yên serekene
dibême em şerefmend dibin ku li Washingtonê pêşwaziya wan bikin.
Joey Hood di twitterkê de behsa Serok Barzanî û gelê Kurd dike.
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood li ser hesabê xwe yê li twitterê peyamek nivîsandiye û di peyama xwe de Hood behsa Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dike.
Hood nivîsandiye: Serok Barzanî û gelê Kurd di şerê dijî terorê de li Rojhilata Navîn hevpeymanên serekî yên Amerîkayê ne.
Nav hatî herwiha nivîsandiye: Em serfiraz dibin ku li Washingtona paytext pêşwaziya hevparên xwe yên Kurd bikin.