• Thursday, 18 July 2024
logo

Demîrtaş Xelata Mafên Mirovan wergirt

Demîrtaş Xelata Mafên Mirovan wergirt

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş li Almanyayê hêjayî xelata Weimar a Mafên Mirovan a sala 2021 hat dîtin.

Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê De (GfbV) ku mafên pêkhateyan dipareze û navenda wê li Gottingenê ya Almanyayê ye, eşkere kir ku wan pêşniyaza Komîteya Xelat a Encûmena Şaredariya Weimarê pesend kirine.

Li gor nûçeya beşa Tirkî ya Deutsche Welle Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê De, di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş “yek ji girîngtirîn siyasetmedarên mixalîf e di dîroka nêzîk a Tirkiyê de.”

Herwiha li gor heman çavkaniyê di daxuyaniya Komeleyê de hatiye tekezkirin ku Selahattîn Demîrtaş ji bo“çareseriya aştiyane ya Pirsa Kurd, demokrasî, azadiya olî ya Elewî û Êzidiyan, wekheviya ziman, siyaset û çandî ya pêkhateyên wek Kurd, Asûrî, Ermen û Rûm” xebat dike.

Li gor zanyariyan ew komele dê merasîma pêşkêşkirina Xelata Weimar a Mafên Mirovan a 2021an Berfanbara îsal saz bike ku ew xelat dê pêşkêşî Selahattîn Demîrtaş bê kirin.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrne yê Tirkiyê di girtîgehê de ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), roja 22ê Berfenbara (Kanûn) 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

Lêbelê hikûmeta Tirkiyê biryara dadgehê red kir û Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê derbarê Demirtaş de dozek nû bi navê doza bûyerên Kobaniyê vekir.

Herwiha Nûnerên fraksiyonên sereke yên li Parlamentoya Ewropayê (PE), nameyek ji balyozên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) re şandin û daxwaz kirin ku ji bo azadkirina Demîrtaş hemû derfetên xwe seferber bikin.

Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) jî berî niha jî li ser vê mijara “rewşa girtina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên din” civînek lidar xist û civînê de pêşnûmebiryarek hat pesendkirin ku tê de tê xwestin, Demîrtaş demildest bê berdan.

 

Rudaw

Top