• Saturday, 29 June 2024
logo

Di nav du rojên cejnê de zêdetir ji 100 hezar kesan serdana Hewlêrê kir

Di nav du rojên cejnê de zêdetir ji 100 hezar kesan serdana Hewlêrê kir

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê di nav du rojên cejnê de zêdetirî 100 hezar geştyar hatine Hewlêrê.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê Nerîman Fazil ji K24ê re ragihand: “Heta êvara roja duyem a cejna Qurbanê, 103 hezar û 196 geştyar hatine Hewlêra paytext.”

Nerîman Fazil herwiha diyar kir: “Tê çaverêkirin ku heta roja dawî ya  cejnê, ev hejmar bilind bibe, ji ber ku hatina geştyaran heta niha bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê berdewam e.

 

Basnews

Top