• Saturday, 25 May 2024
logo

Tevgera Talîbanê gefê li Tirkiyê dixwe

Tevgera Talîbanê gefê li Tirkiyê dixwe

Tevgera Talîbanê gefê li Tirkiyê dixwe û eşkere dike ku ew nahêlin leşkerên ti welatekî din li ser axa welatê wan bimînin.

Berdevkê Tevgera Talîbanê ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahîd ragihandiye: “Piştî vekişîna hêzên Amerîka û welatên NATOyê ji Efxanistanê, em nahêlin leşkerên ti welatekî din li ser axa welatê me bimînin.”

Zebîhullah Mucahîd eşkere kiriye; %90ê sînorên Efxanistanê kontrol kirine, ango sînorên Tacikistan, Ozbekistan, Tirkmenistan û Îranê di bin kontrola Talîbanê de ne û bi giştî 400 deverên Efxanistanê girtine.

Li ser DAIŞê û hebûna çekdarên welatêndin di nav rêzên wan de, Mucahîd diyar kiriye ku ew li Efxanistanê rê nadin liv t tevgerên DAIŞê û rûbirûyî wan dibin.

Herwiha red dike ku ti çekdarekî çînî an jî ji welatên Asyaya Naverast di nav rêzên tevgera wan de hebin.

Ev gotinên Berdevkê Talîbanê di demekê de ye ku biryar e piştî vekişîna Amerîka û NATOyê, erkê parastina ewlehiya Balafirgeha Navdewletî ya Hamid Karzay a li Efxanistanê ji Tirkiyê re were spartin.

 

K24

Top