• Wednesday, 17 July 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Yunanîstanê bi telefûnê peyvîn

Serokê herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Yunanîstanê bi telefûnê peyvîn

behsa têkiliyên navbera her du aliyan de kirin.
Roja çarşem 21.07.2021 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û  Serok Wezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis peywendiyeke telefoniyê encam dan û têda peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yunanîstanê guftûgo kirin û her du alî xwestên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.

Serok Wezîrê Yunanîstanê daxwaza lêborînî kir ku serdana çaverêkiriya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hate paşxistin û xwesta xwe ya ji bo encamdana serdanê di demeke guncaw ya paşerojê de nîşan da.

Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virusa Korona, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend babeteke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, aliyeke dinê peywendiya telefoniya di navbera wan bû.

Top