• Sunday, 30 June 2024
logo

Amerîkayê bersiva daxuyaniya Erdogan da: Nayê qebûlkirin

Amerîkayê bersiva daxuyaniya Erdogan da: Nayê qebûlkirin

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê daxuniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Bakurê Qubrisê Ersin Tatar de got: “provokatîf e û nayê qebûlkirin".

Amerîkayê li hemberî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Bakurê Qubrisê Ersin Tatar yên di derbarê statuya Meraşa Girtî nerazîbûn nîşan da.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyekê de têkildarî vê mijarê de ragihand ku ew gav bi biryarên Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî re “bi ti avayî nagunceve”.

Antony Blinken got, "Amerîka, helwesta Tirkên Qibrisê ya ji aliyê Tirkiyê ve piştevaniya wê tê kirin, wek provokatîf dibîne û ew helwest nayê qebûlkirin û wê dijî danûstandinên çareserkirina krîzê dibîne.” nabîne."

Blinken tekez kir ku daxuyaniyên Tatar û Erdogan biryarên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin, ku bi zelalî hate qebûlkirin ku herêma Meraşa Girtî di bin berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje: “Em daxwazê ji Tirkên Qibrisî û Tirkiyê dikin ku ji biryara ragihandine û ji gavên di Cotmeha 2020an de hatine avêtin paşde bavêjin.”

Ji Yûnan û aliyê Rûm ên Qibrisî û Yekîtiya Ewropajî nerazîbûn hat nîşandin

Yûnanş û aliyê Rûm yê Qibrisî jî daxuyaniyên Erdogan û Tatar şermezar kirin.

Nûnerê Bilind ê Peywndiyê Derve û Polîtikayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropî (YE) Josep Borrell jî dilgiraniya xwe li hemberî daxuyaniyên navborî anî ziman..

Josep Borrell got ku ev "biryarek yekalî ye û nayê qebûl kirin ku guhertina statuya Meraşa Girtî kiriye mebest.”

Di daxuyaniya xwe de, Josep Borrell got, "Yekîtiya Ewropayê careke din tekez dike ku divêji kiryarên yekalî û provakasyonên nû yên dijî dihuquqa navneteweyî dûr bikevin.”

Hin deverên Meraşa Girtî, di Cotmeha sala borî de piştî 46 salan ji bo serdanê hatibû vekirin. Maraşê Girtî, ku wekî "Bajarê Xeyelet" tê zanîn û ku ji operasyona Tirkiyê ya li dijî Qibrisê ve hatî girtin, berê girîngtirîn herêma geştyarî û şahiyê ya giravê bû.

Di dema pêşdeçûna leşkerên Tirkiy ya sala 1974an de,  15 hezar kesên Rûm n ku li Maraş dijiyan ji malên xwe derketin, û dever bi têlan hat dorpêçkirin û wek herêmeke leşkerî hat ragihandin.

 

Rudaw

Top