• Saturday, 18 May 2024
logo

Mihemed Bin Zayid cejnê li Nêçîrvan Barzanî pîroz dike

Mihemed Bin Zayid cejnê li Nêçîrvan Barzanî pîroz dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji aliyê birêz Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat ve pê gihişt.

Di vê peywendiyê da birêz Şêx Mihemed Bin Zayid pîrozbahiya hatina cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî spasî û cejnepîroziyê, hêviya xweşbextî û pêşketinê ji bo cenabê wî û gelê Îmarat û berdewamiya peywendiya dostaneya her du gelê Kurdistan û Îmaratê xwest.

 

K24

Top