• Sunday, 28 July 2024
logo

Soha û Saro li benda Newrozê ne

Soha û Saro li benda Newrozê ne
Stranbêjên kurd ên Rojhilata Kurdistanê Soha û Saro klîbek çêkirine û klîba wan dê di roja Newrozê de bê belavkirin.


Saro ji Rûdawê re diyar kir wan demekê dirêje kişandina dîmenên klîba strena “Min û To (Ez û Tu)” bidawî bûne, lê ji ber hinek pirsgirêkan belavkirina klîbê paş ketiye.

Saro destnîşan kir klîba wan dê di roja Newrozê de bê belavkirin.

Soha û Saro cara yekemîn di sala 2012an de bi hev re albumek derxistin.

Beriya niha jî Soha û Saro ligel repvanê îranî Ferhand Mensurî klîbek amade kiribûn.

Rudaw
Top