• Thursday, 18 July 2024
logo

Mezlûm Ebdî banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rojava kir

Mezlûm Ebdî banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rojava kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî neya 9 saliya îdareya Rojavayê Kurdistanê Bakur li xelkê Rojavayê û cîhanê pîroz kir û banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rojavayê Kurdistanê kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi boneya saliya 19ê Tîrmehê postek li ser hesabê xwe yî twîtterê belav kir.

Herwiha Ebdî got: "Êvara 18ê ê Tîrmeha 2012an, seat 20:00'an me biryara şoreşa Rojava girt. Em vê rojê li hemû gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.

Şoreşa Rojava gelê me û cîhan ji tarîtîya DAIŞê parast, lê êdî dem dema tacîdarkirina vê şoreşê ye."

Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê Ebdî di tiwîtteke din de banga tevlîbûna kampanyaya ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir  û got: "Ka em Sibê seat 20:00an dest bi kampanya bihêzkirina têkoşînê ji bo misogerkirina pêşeroja Bakur Rojhilatê Sûriyê bikin. Kampanya me di ser tora civakî de wê bê meşandin û bighêje her sazeyekî li cîhanê."

 

Basnews

Top