Li Almanyayê xwepêşandanek li dijî PKKê birêve diçe
Li Almanyayê xwepêşandanek dijî siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê bireve diçe.
Çalakvana Rojavayê Kurdistanê Newroz Bijo di tora xwe ya taybet a tora civakî twitterê de ragehand: ‘’Xwepêşandana îro 17.07.2021ê li pêş konsolxaneya Amerîkayê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê dê birêve biçe.’’
Biryare xwepêşander demjimêr 13:00ê piştî nîvro heta 15:00ê li bajarê Dusseldorfê dijatiya xwe li hember siyaseta PKKê bi giştî û siyaseta wê partiyê ya li Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.
Newroz Bija daxwaza şikandina wê tirsê dike û PKKê li dil û derûniya xelkê de çêkiriye.
Basnews