• Wednesday, 15 May 2024
logo

Ehmed el Cerba: Amerîka ne ji bo parastina Kurdan kete Sûriyê

Ehmed el Cerba: Amerîka ne ji bo parastina Kurdan kete Sûriyê

Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed el Cerba dibêje, “Amerîka ne ji bo parastina Kurdan kete Sûriyê. Eger hebûna Amerîka garantî be, dê demkî be” û tekez dike, “Garantiya Kurdan bi li hevkirina bi pêkhateyan re ye.”

Ehmed el Cerba ku kesayetekî naskirî û berçav e li Sûriyê û ji eşîreke mezin a Erebî ye, dibêje, Kurd beşekî resen yê Sûriyê ne, lê li gor wî, “Pirsgirêkên Rêveberiya Xweser bi Kurd, Ereb û Suryanan re hene.”

Serokê Bereya Aştî û Azadiyê di wê baweriyê de ye ku “Kurd bi tena serê xwe nikarin bi ser bikevin” û bi gotina wî, “Rewşa rojhilatê Feratê weke xwe namîne.”

Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed el Cerba ku serokê berê yê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê bû, di heypevîneke taybet de li ser gelek mijaran bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Tu bixêr hatî!

Ehmed el Cerba: Ser ser û çavan!

Berî em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, cenabê wî ji me re behsa hin tiştan kir. Wek ku ew hinekî kurdî fêm dike û ew xwarziyê me ye, xwarizyê kurdan e. rêzdar Cerba, min dixwest tiştekî bizanim… tu berê serokê Îtîlafê bûyî û niha serokê Bereya Aştî û Azadiyê yî. Tiştê dixwazim bizanim, gelo çi bû sedem hûn vê bereyê damezrînin, û valahî li kû bû da k utu vê bereya ku tu serokatiya wê dikî damezrînî? Û çima hate damezrandin?            

Helbet bi baweriya min ev pirs pir giring e da ku ez ji temaşevanan re zelal bikim.. Bereya Aştî û Azadiyê ji hin partî û hêzên siyasî pêk tê ku lêveger û pêkhateyên wan ên sereke li Sûriyê hene, xasma li navçeya rojhilatê Sûriyê.. Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi partiyên xwe yên pirreng ku nûnertiya rewşeke siyasî ya mezin li Sûriyê dike, herwiha Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk ku nûnertiya Suryan Aşûriyan dike, û Encûmena Erebî ya Cizîrê û Firat ku nûnertiyeke erebî û eşîrî ya bibalans li deverê dike û Şepêla Siberoja Sûrî ku ez serokê wê me. Ev hêz hemî opozisyon in. Ango xaleke hevbeş yan rewşeke hevbeş yan hokareke hevbeş di nav wan de heye. Encûmena Niştimanî ya Kurdî dijberek dîrokî yê rejîmê ye û di Îtîlafa Sûrî, Desteya Danûstandinan û Komîteya Desûrê de cih digire. Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk jî di Îtîlafê, Desteya Danûstandinan û Komîteya Desûrê de cih digire. Encûmena Erebî û Şepêla Siberojê jî di Platforma Qahîreyê de cih digirin ku di çarçoveya biryara navneteweyî 2254an de heye û nûnerên wan di Desteya Danûstandinan û Komîteya Desûra ya biçûk û mezin de hene. Ev hemû xalên hevbeş in. Em hevpeymanên siruştî ne. Min berî salekê di damezrandina bereyê de got: Em hevpeymanên siruştî ne. Em hemû berê û niha dijberên rejîmê ne. Em hemû di çarçoveyên sereke yên opozisyonê û desteyên wê yên cihêreng de beşdar in. Hevahengî û hevtêgihiştineke mezin di navbera me de heye, derbarê siberoja Sûriyê û her tiştê ku îro û duh jî li Sûriyê çêdibe. Ji ber van sedeman Bereya Aştî û Azadiyê çêbû. Daku desteyeke rasteqîn be di opozisyonê de, laşekî bi tabetiyeke niştimanî be. Çimkî ereb û kurd hene, kurd û suryan hene. Tew ev hemû wêneyeke qeşeng li ser mozaîka sûrî didin dewletên mezin ku dosyeya sûrî zeft kirine. Çimkî dema wan li ser bereyê bihîst û pê re civiyan, gotin: Ev e tiştê em dixwazin.

Baş e. Gelo nêrîna we ya taybet bi çareseriya kirîza Sûriyê, heman nêrîna opozisyona Sûriyê ye? Gelo awayê fikirîna we wek hev e? Mebesta min ji opozisyonê, Îtîlaf e…

Helbet rêkeftinên giştî û hemûgir ji bo tevahiya opozisyonê yan piraniya wê hene. Ew li ser guherîna li Sûriyê hevnêrîn in. Ev lihevkirin teqez e û em hemû guherînê dixwazin.

Rêzdar Cerba, hûn kîjan cûreyê guherînê dixwazin?

Guherîn ket gelek qonaxan, li gor berjewendiyê û li gor siyasetê û li gor rewşa girêdayî rewşa rasteqîn û şert û mercan. Derbarê rewşa Sûriyê, em hemû guherîneke rasteqîn li Sûriyê dixwazin. Niha rejîm behsa guherînê dike, lê guherîneke ciwankarî ye, tenê makyaj e. Lê em di Bereya Aştî û Azadiyê de guherîneke rastîn dixwazin, û em beşdariyeke rastîn di sazkirina biryarên Sûriyê de bikin.

Ango ne ev hikûmeta nû, ne ev serokê nû û ne jî ev parlamentoya nû nebin. Ango ev pergala hikûmî careke din nebe? Gelo hûn dixwazin her tiştî ji kok ve biguherin? Hûn guherîneke bi vî rengî li Sûriyê armanc dikin?

Nexêr. Em ê pêşî bên ser bingeha peymanên navneteweyî û navdewletî. Daxuyaniya Jinêvê di 30ê hezîrana 2012an de, di navbera wezîrê derve yê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka û Rûsyayê de, bi amadebûna Kofî Enan wek nûnerê navneteweyî, behsa desteyeke desthilatdar a demkî û hikûmeteke hevbeş di navbera rejîm û opozisyonê de kir. Paşê biryara navneteweyî ku piştre derket, ku biryara 2254 e û heta îro jî çalak e, “opozisyon” bi nav û xisletên wê bi nav kir û behsa hikûmeteke hevbeş û desteyeke desthilatdar a demkî ji herdu aliyan kir. Dibe ku ev rejîmê razî neke û dibe ku opozisyonê jî razî neke. Lê dawiya dawî, heke em bixwazin bigihin çareseriya siyasî ya daxwazkirî, hingê hin biryarên dijwar hene divê herdu alî qebûl bikin. Lê vegera li çargoşeya yekem, û em dikarin niha bêjin vegera li “Sûriyeya Esed” qet ne pêkan e. Êdî ev mijar qediyaye.

Ez dixwazim vê bizanim, gelo hûn hebûna Esed red dikin û wî qebûl nakin?

Yekem tişt hebûna Esed e. Gelê Sûriyê biryarê li ser vê dide. Em hebûna Esed red dikin, erê. Ew yek ji sedemên pirsgirêkê ye. Ez niha pêncî salî me, û ev pêncî sal in ku Esedê bav û kur Sûriyê birêve dibin. Em di siya vê desthilatê de mezin bûn û em di di siya vê desthilatê de çêbûn. Ger ev hukmdarî baş û maqûl bûya, dê xwepêşandan li Sûriya derneketana.

Lê birêz Ehmed el Cerba, Serokê Rûsî Putin got ku wan mijara Esed di nav xwe de gotûbêj kirin û ji Amerîka re gotin hûn naxwazin Esed bimîne. Putin wiha jî dibêje: Min ji Amerîkiyan re got, alternatîv çi ye? Bêdeng man! Amerîkî bêdeng man! Ger Esed here, alternatîvek tune ye. Ne Ewropî û ne jî Amerîkî dê alternatîvekî nebînin. Li gor min, heta dijberiyê jî alternatîfek ji Esed re nedîtiye. Hûn îsrar dikin Esed here, ma alternatîvekî Esed heye?

Erê, alternatîv heye, alternatîvên Esed hene. Sûriyê çêkera zilaman e, çêkera mezinan e, çêkera jinan e, û ya kesayetiyên xwedan bandora civakî û siyasî ye. Mijar ne ev e, ku alternatîv tune ye. Nexêr, bêguman alternatîv heye, ne alternatîvek lê gelek alternatîv, lê...

Birêz el Cerba, heta niha kesekî alternatîv nehatiye pêşkêşkirin. Tew Amerîka, ku hûn hevalbendên wê ne, ti alternatîfek pêşkêş nekiriye. Ev tê wateya ku Amerîkî û Ewropî naxwazin Esed here, û ji ber vê yekê îsrar nakin ku Esed nemîne.

Li vir mijareke pir girîng heye, ew jî ew e ku hevalbendên Esed, Îran û Rûsya, bi rastî û qayîmî pê ve girêdayî ne. Lê hevalbendên dijberiyê, tevî ku bi Esed re tevnagerin, lê ew bi rastî rewşê red nakin, rewşa rêjîmê. Ya ku ez dixwazim bêjim ev e: Divê di bin rêveberiya Neteweyên Yekbûyî de danûstandin hebin, û divê ev danûstandin cidî bin. Rejîm di salên 2012, 2013 û 2014an de ji bo çareserkirina meseleyê li Sûriyê bû xwedî derfeteke rastîn, ji ber ku rejîm li ser erdê xwedî hêz bû. Piştî wê, dijberî lawaz bû û rejîm jî lawaz bû. Deverên ku niha bi rêjîmê re ne, rejîm wan kontrol nake, lê ji hêla hêz û milîsên din ên biyanî ve tên kontrolkirin. Rejîm dema di rewşa xwe ya herî xurt de bû, derfet bikar neanî daku çareseriyek siyasî pêk bîne. Mijar ji bo me mijara guherînê ye, û ev tişta herî girîng e. Guherîn û veguherîna rastîn ber bi rewşeke demokratîk a rastîn û veguherandina desthilatê. Ev raman e. Raman ne ramana kesan e. Xwestek mîna ya min û xwesteka yên din in. Dibe ku mijar naskirî be û helwest li kolanê naskirî be, û me dawî li vê yekê aniye. Lê em nikarin pêşbîniya siberojê bikin, lê danûstandin, komîteya destûrê, destûra nû, danûstandinên ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Jinêvê pêk tên, ew in ku dê kirîza Sûriyê bi rengekî rastîn û lojîkî çareser bikin.

Mijareke din heye ez dixwazim pê zanibim. Gelo hûn amade ne bi hikûmeta Sûriyê re dest bi diyalogê bikin?

Danûstendin bi hikûmeta Sûrî re di biryarên navneteweyî de heye, wate mijar ne ew e ku me ew pêşniyar kir, em dixazin an jî em naxwazin. Ne mumkun e ku rejîm berdewam bibe ji xeynî bi danûstandinên bi opozisyonê re, û ne mumkun e ku opozisyon vegere Sûriye û Sûriyeya nûjen ava bike bêyî danûstandinên digel rêjîmê. Daxuyaniya Jinêvê ya 2012 ev tişt got. Hemî biryarên NY, ya herî dawî 2254, ew jî qala danûstandinên di navbera opozisyon û rêjîmê de di bin çavdêriya NY de dikin. Erê, lê ew danûstandinên di navbera opozisyon û rêjîmê de ne. Di 2014an de, em di bin vê sernavê de çûn Jinêvê, û hemû Jinêvên din ên li dû wê di bin vî sernavî de bûn. Ti kesî ji dijberiyê negot: Em ê danûstandinên bi rêjîmê re qebûl nekin. Na, tiştekî wisa tune ye.

Gelo hewldan hebûn di navbera we û hikûmeta Sûriyê de daku bikevin danûstandinan? Mîna ku hin welat navbênkariyê bikin an hin kesayet di navbera we de navbênkariyê bikin?

Ev tiştek e ku dikare herdem pêk were, lê di dawiyê de em in, heke garantiyên hevbeş ên Rûsî-Amerîkî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de tune bin, dê bi rastî danûstandin bêsûd be. Ji ber ku kişandina opozisyonê alî bi alî, opozisyonê bi awayekî mezin lawaz dike.

Baş e. Li Sûriyê hêzên biyanî hene, Amerîkî, Rûsî, Tirkî û Îranî, û hinek ji Kafkasyayê û wan welatan hatine. Hûn siberoja van kesan li Sûriyê çawa dibînin? Bibore, deverên ku ji hêla Tirkiyê ve tên kontrolkirin jî hene ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî...

Li Sûriyê gelek hêzên biyanî hene, û helbet gelek dagirkerî jî hene. Wekî tu dizanî, Golan ji 1967an ve ji hêla Îsraîlê ve hatiye dagirkirin. Îran, Rûsya, Amerîka û Tirkiyê hemî li ser axa Sûrî hene, û milîsên girêdayî van welatan jî hene. Ya ku em dibêjin û daxwaz dikin, derketina artêşên biyanî ji Sûriyê ye, û em nikarin doza derketina aliyekî bikin, û bêjin ku ev alî baş e û ew alî xirab e. Gereke hemû ji Sûriyê derkevin û Sûriyê ya Sûriyan e, û têgihiştin di navbera Sûriyan de li ser çareseriyê çêbe, û ya ku divê çêbe ev e. Ji ber rewşa heyî rewşeke dijwar e, rewşeke trajîk e û rewşeka xetimîna siyasî ye. Ji bo me, derketina hemî artêşên biyanî daxwazeke gelêrî ye, û hebûna deverên ku Îranî lê hene, û deverên ku Amerîkî lê hene, û deverên ku Tirk hene, û deverên ku Rûs hene. Ev tiştek e dûr û nêzîk pê dizanin, û em nikarin xwe li pişt tiliya xwe veşêrin.

Lê Tirkiyê dibêje ku ew dernakeve. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan got, bi eşkere, ez ji Lîbya û Sûriyê dernakevim. Lewma, gelek hene ditirsin ku çarenûsa Efrînê bibe wekî qedera Iskenderunê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye. Ma ev xeterî heye?

Bi rastî, em vedigerin ser heman gotinên pêşîn, ji bo me, Efrîn mîna Elbûkamal e, Eşşare mîna Serê Kaniyê ye, û deverên başûrê Şamê ku ji hêla Îranê û Pasevanên Şoreşa Îranê ve hatine dagirkirin mîna her devera di bin kontrolê de ye. Ez bawer dikim gava çareseriyeke siyasî hebe…Niha, helbet, her kes xwe ji derketinê dûr digire, û wek serokkomarê tirk got, serokê amerîkî eynî tiştî dibêje, serokê rûsî û serokê Îranê eynî tiştî dibêjin... lê dema çareseriyeke siyasî hebe, wê hingê em ê bibînin ka ev serok dibêjin ew dernakevin yan na. Pirs ev e. Ew ê bêguman nebêjin na, lê ew ê bêjin em ê derkevin. Lojîk û normal derketina wan e. Lê niha, di vê rewşê de, na. Yek ji wan dê bêje heke Îranî dernekevin ez dernakevim, û Amerîkî dê bêjin ku Rûs dernekevin em jî dernakevin. Tew Amerîkî, di hemî daxuyaniyên xwe de, dibêjin ku em doza derketina hemî artêşan dikin, ji xeynî Rûsya ku xwedan rewatiyeke taybet e. Amerîkî dixwazin Rûs bimînin. Lê em naxwazin. Em dixwazin hemû derkevin.

Birêz Ehmed el Cerba, tu cîranê kurdan î, û tu kurdên li Sûriyê ji nêzîk ve nas dikî, û te zarokatiya xwe di nav kurdan de jiyan kir, û tu xwarziyê me yî û ji zimanê kurdî fam dikî. Ma Amerîkî ji bo Kurdên li Sûriyê garantî ne, hebûna Amerîkî ji bo Kurdên Sûriyê garantî û piştgiriyek e?

Yekem, dema ku Amerîkî ketin Sûriyê, ew neketinê da ku Kurdan biparêzin an mafên Kurdan misoger bikin. Amerîkî ketin Sûrî, û bi taybetî ji bo şerê terorê ketin rojhilatê Sûrî, û ev bû arma ku di bin siya wê de ketina Amerîkî pêk hat. Wan li dijî terorê şer kir, û heya roja îro wan negot ku em ji bo misogerkirina mafên Kurdan, an misogerkirina mafên Ereban, an jî dabînkirina mafên pêkhateyek din ketin Sûriyê. Heya roja îro, ew dibêjin ew li vir in daku li dijî terorê şer bikin, û hîn şaneyên DAIŞê hene, û dema ev rewşa terorîst hebûna xwe winda bike, em ê biçin. Ya ku ez dixwazim ragihînim, ev ramana min e, û ev rastî ye, tew heke garantiyek hebe jî, ew garantiyek demkî ye. Îro em dibînin ku Amerîkî dê ji deverê derkevin û ew duh ji Afganistanê vekişiyan…

Piştî bîst salan ...

Erê, piştî bîst salan, û niha heft sal in ew li vir in, û dibe ku piştî heft salan derkevin. Lewra, garantiya Kurdan tifaqa bi pêkhateyên din re û têgihîştina bi pêkhateyên din re ye, û garantiya Ereban tifaqa wan bi Kurdan re, bi Asûrî û pêkhateyên din re ye. Lê heke em di nav xwe de di rewşeke şik û gumanê de bimînin, û bi hezaran sal û sed salan di nav me de hene, em çawa tê de dijiyan? Berî ev hemû pirsgirêk biqewimin em dijiyan, û di navbera me de helwestên baş hene. Di vê rewşa Beisî de, pirsgirêk derketin, û rewşa Kurdî hat piştguhxistin. Ev rast e. Lê niha em giş daxwaz dikin, em hemî di bereyê de daxwaz dikin ku ev tişt nema dikarin berdewam bikin. Ev garantiya rastîn e, lê garantiya demkî ne mayînde ye.

Ya çêtirîn ku Rêveberiya Xweser dikare di vê çarçoveyê de bike çi ye? Li tenişta Amerîkayê bimîne? Bi hikûmeta Sûriyê re danûstandinê bike? An jî pişta xwe bi Rûsan germ bike?

Ehmed el Cerba: Tu dikarî vê pirsê ji birayên me ji "hevalan" bikî..

Rûdaw: Tu wan nas dikî.. lê tu kesayetiyek siyasî yî û tu baş dizanî, û mebesta min derbarê siberoja navçeyê ye, û tişta çêtirîn ku di derbarê siberoja herêmê de were kirin çi ye?

Ne mimkun e rewşa rojhilatê Firatê wek xwe bimîne. Ev pir dijwar e û nayê qebûlkirin. Di navbera wan û Kurdan de pirsgirêk hene, pirsgirê bi partiyên Kurdî re hene û pirsgirêk bi Encûmena Niştimanî re hene û pirsgirêk bi Ereban re hene, pirsgirêk bi Suryanên Aşûrî re hene. Mijara perwerdehiyê, pir tê redkirin, û redkirin heye ku lawên me bibin leşkeriya mecbûrî da ku biçin û bimirin, û wan dibin deverên din, ji bo kurê Dêrikê her li Baxozê şer bike, ev çîrok nayê qebûlkirin. Ev bû sedema koçberkirina ciwanan û bû sedema derketina wan. Bi vî rengî ne pêkan e em welat ava bikin. Divê em, wek Şamî dibêjin, "hinekî hêsa bibin ango divê em hinekî aram bibin." Ev rêç dijwar e, teker nikare pê re here. Herwiha divê têkiliyeke rêzdar bi welatên cîran re hebe, têkiliyek ku gumanên wan gur neke, da ku em di aştiyê de bijîn.

Birêz Ehmed el Cerba, tu kîjan Sûrî dixwazî? Sûriya federal, an Sûriya nenavendî, an Sûriya xwedan yekeyên rêveberiya xweser? Tu kîjan Sûriye dixwazî, Sûriya federal an xwedan yekeyên rêveberiya xweser? Tu dixwazî forma Sûriye çawa be, û tu mafên Kurdan li vê Sûriyeya nû çawa dibînî?

Derbarê beşa yekem a pirsê, helbet em di Bereya Aştî û Azadiyê de li ser nenavendîtiyê li hev dikin, û ev mijareke bêveger e, û me doza nenavendîtiyeke berfireh jî kir. Ev bi beşa Sûriyê ve têkildar e. Lê rejîma li Sûriyê dê bibe pergalek parlamenterî, demokratîk, veguhêr. Miletê Sûrî ji çend pêkhateyan pêk tê: Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan û Asûrî. Ew xwedan maf û erk in, û zimanê Kurdî li cihê ku Kurd lê hene zimanek fermî yê din e. Ev tiştekî xwezayî ye, û mafê xwendinê li dibistan û peymangeh û zanîngehan ji komên Kurd re hebe, û mafên çandî. Ev hemû. Kurd beşek resen ji Sûriyê ne, ew ne beşek awarte ne, û bi sedê salan, ne îro, berî bêhtirî hezar salî serokê qehreman Selahedînê Eyûbî desthilatdar bû, pêşî ew azadkerê Qudisê ye, û wî hukmdariya Şam, Iraq û Hîcazê kir, û ew parêzvanê Herdu Mizgeftên Pîroz bû, û wî hukumdariya Misirê kir û ew Kurdek e ji eşîrek Kurd e. Heke tu bixwazî, Kurdan çanda Sûrî û Erebî dewlemend kirin, bi pirrengî, û rola wan hergav bibandor bû berî ev pirsgirêkên dawî berî 60 an 70 salî xuya bibin. Divê em ji bîr nekin, û ez Ereb im, ji ber ku mîrê helbestvanên Ereb Ehmed Şewqî Kurd e. Lewra ez vê rewşa Kurdî wek pirrengiyeke herî girîng dibînim. Lê belê mamoste, divê Ereb derkevin, an jî, li gor min, ew niha ji şovenîzma Beisî derketine. Her wiha Kurd, Suryanî, Aşûrî, Tirkmen û yên din. Nabe ew girtî û di qalik de bimînin. Divê em hemî derkevin atmosfera Sûrî. Ev raman e. Kurd dê bi tena serê xwe bi ser nekevin, divê hevpeymanên ji pêkhateyên din bi wan re bin ji bo ku bibin beşdarên rasteqîn ên sazkirina biryarê. Ji bo Ereban jî, ew bi tena serê xwe nikarin biserkevin. Di rewşa niha ku em tê de ne, dive di navbera pêkhateyên sereke yên gelê Sûrî de beşdarbûneke rasteqîn û çalak hebe.

Bi kurtî, gelo sîstema federal ji Sûriyê re ne guncantir e?

Bi rastî, ya herî guncan ji bo me pergala nenavendî ye, û di bereyê de em li ser vê mijarê kok in. Sîstema nenavendî mafên hemî pêkhateyan garantî dike.

Birêz el Cerba, însiyatîfeke we hebû, ew destpêşxerî çi bû? Gelo armanca wê çi bû?

Însiyatîf li Hewlêrê hate destpêkirin û amajeyên vê hene. Di dawiya civîna Bereya Aştî û Azadiyê de. Devjêberdana Sûriyê ji hêla Ereban ve ji ber sedemên cihêreng hebû, ew bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî daketin, bi pirsgirêkên xwe yên herêmî mijûl bûn, û vekişîneke mezin hebû û pirsgirêk li Kendavê xuya bûn û boykotek ji Qeterê hebû, û Lîbya hebû, ku ji Misrê re girîng e, û Yemen ji Erebistana Siûdî re girîng e. Me çima ev dem hilbijart, ji ber ku niha di Civîna el Ula ya Riyadê lihevhatineke Erebî ya Kendavê heye. Gava Ereban xwe ji Sûriyê dan alî ji ber pirsgirêkên herêmî, em dixwazin ku ew niha, di ronahiya atmosfera lihevhatinê de, vegerin Sûriyê, ji ber ku Ereb di 2012, 2013, 2014, 2015an de çalak bûn, û tu baş dizanî ku helwesta wan baş bû û wan piştgiriya gelê Sûrî û şoreşa Sûriyê dikir. Me ev dem hilbijart, çimkî Ereb di nav lihevhatinê de ne, û têkiliyên wan ên girîng ên herêmî û navneteweyî û aborî hene, her yek bi awayê xwe. Misir welatê Erebî yê herî mezin e. Erebistana Siûdî welatê Herdu Mizgeftên Pîroz û welatê herî mezin ê neftê ye. Qetar, bi têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî yên berfireh, û têkiliya wê bi rêveberiya Amerîkî re di vê qonaxê de girîng e. Ji ber van sedeman, me got heke me destpêşxeriyek pêşkêşî van hersê welatan kir daku rola Tirkan temam bike û bi Rûs, Amerîkî û Yekîtiya Ewropî re li hev bike. Raman ev e.

Di vê destpêşxeriyê de kî li pişt we radiweste?

Yên piştgiriya me dikin hemû dewletên dost û hevalbendên Sûriyê ne. Ew hemî piştgiriya me dikin. Em li herêma Kurdistanê hene, Herêma Kurdistanê hevalbend e, serok Mesûd Barzanî hevalbend e, û bêguman welatên din jî hene.

Birêz el Cerba, welatên dostên we wek Erebistana Saûdî, Misir û Îmarat, bo nimûne, û hin welatên din, ev welat dixwazin pêwendîyên xwe bi Sûrîyê re baştir bikin, û boykota Sûrîyê dê nemîne û dê balyozxaneyên xwe ji nû ve vekin…

Bi hikûmetê re, mebesta te ev e…

Ligel hikûmetê, pevguherîna serdanên wezîran heye, gelo ev dê wekî opozisyon bandorê li we neke?

Destpêşxeriya me di eslê xwe de ev e ku heke ew bixwazin biçin ba rêjîma Sûriyê, destpêşxeriyek ji bo çareseriya li Sûriyê bi wan re hebe. Lê heke biçin balyozxaneyan vekin, ev ê ti sûdekê negihîne me û dê Sûriyê jî ti sûdekê wernegire. Ereb bûn ên ku Sûriyê ji Komkara Erebî derxistin, çima? Ji ber ku sedem hebûn. Ev sedem hîn jî hene. Ger Ereb vegerin, divê bi însîyatîfekê bo rejîmê vegerin û jê re bêjin, em hatine deriyan ji te re vekin, û hwd. Lê divê ev destpêşxerî jiyanê bibîne ji bo tişt pêş ve biçin.

Ango, hûn ne li dijî başkirina têkiliyên Sûriyê bi welatên Ereb re ne, û Sûriye careke din vedigere Komkara Erebî. Hûn ne li dijî vê ne?

Em li dijî başkirina têkiliyan e ger di rewşa niha de bin. Lê heke destpêşxeriyek hebe da ku çareseriyek ji bizava siyasî re li Sûriyê hebe û penaber vegerin û kirîza Sûriyê bidawî bibe, berevajî, pirsgirêka me bi vê re tune ye. Lê heke balyozxaneyan vekin û Sûriyê vegerînin Komkara Erebî bêyî çare û xelk di vê rewşa dabeşbûnê de ne, û Sûriyê mîna mirarekî ji rojhilat ber bi rojava û ji bakur ber bi başûr parçe perçe ye, hingê bêguman na.

Wextê me qediya. Min dixwest ku zêdetir dom bikira.. Spas ji bo ku tu bûyî mêvanê me, û ez kêfxweş bûm ku min bi we re hevdîtin kir û me hev nas kir, û ev cara yekê ye ku hûn dibin mêvanê min û li Rûdawê. Ez pir kêfxweş bûm û spas dikim..

Li ser seran (bi Kurdî), spas...

 

Rudaw

Top