• Wednesday, 03 July 2024
logo

Yekem cureya Koronaya nû li Kurdistanê hat dîtin

Yekem cureya Koronaya nû li Kurdistanê hat dîtin

dibêje lazime xelk xwe biparêze.
Wezareta tendirostî civiya û piştî civînê jî daxuyanî da.

Îro wezareta tendirostî ya herêma Kurdistanê bo nîqaş kirin li ser rewşa tendirostî û sedemên zêde bûna Koronayê di wan rojên dawî de civiya.

Her di civînê de hate diyarkirin ku li Kurdistanê de yekem haleta Koronaya  nû yaku bi Delta tê nasîn hatiye tomarkirin.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Saman Berzencî jî diyar kiriye ku îro piştrast bûne ku cureya nû ya Koronayê yaku bi Delta tê nasîn li Kurdistanê de jî belav bûye.

Berzencî daxwaz ji xelkê kir daku rêkarên xweparêziyê bi başî cîhbicîh bikin.

Top