• Tuesday, 23 July 2024
logo

Malbata Mihemed Silêman: Kurê me ji aliyê asayîşa PYDê ve hat revandin

Malbata Mihemed Silêman: Kurê me ji aliyê asayîşa PYDê ve hat revandin

Malbata Mihemed Silêman çawaniya revandin û eşkencekirina kurê xwe ji aliyê hêzên asayîşa PYDê ve eşkere kir.

Malbatê bi daxuyaniyekê ragihand; roja 1ê Tîrmeha 2021ê di demjimêr 04:00ê sibehê de komek ji hêzên asayîşa PYDê li bajarê Kobanî avêtine ser mala Mihemed Silêman û bi awayekî hovane ew birine girtîgeheke taybet.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; piştî çar rojan ji windabûnê, agahiya wî hatiye ku di bin çavdêriya tund de ew birine Nexweşxaneya Emelê ji ber ku rewşa wî ya tendirustiyê gelek xirab bûye, tevî ku ti nexweşiyeke Mihemed Silêman tune bûye.

Malbatê destnîşan kir ku Mihemed Silêman rastî eşkenceyê hatiye, laşê wî hatiye şewitandin û ava kelandî li ser bedena wî hatiye rijandin.

Herwiha malbata Miheme Silêman bang li hemû rêxistinên navdewletî û mafên mirovan û partiyên Kurdî û Kurdistanî dike ku demildest ji bo rizgarkirina kurê wan hewl bidin, da ku rewşa wî ya tendirustiyê bêhtir xirab nebe.

Eşkencedana Mihemed Silêman di demekê de ye, xortê bi navê Emîn Îsa Elî yê ji gundê Bîrikê yê ser bi Dirbêsiyê ve roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî jî dibêje, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

 

K24

Top