• Saturday, 18 May 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.

Di vê hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û gefên emnî û siyasî yên li ber proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê de hatin kirin.

Her di vê civînê de Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Barzanî ya ji bo parastina pêkhatan û kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistan û Iraqê de hebû.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de tekez li ser xweşkirina wan bingehan kirin ku dibine sedema wê yekê ku Krîstiyan û pêkhatên din bêne handan ku vegerin cih û warên xwe û hizr û bîra bi cîh hiştina welatê xwe nekin.

 

K24

Top