• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Hewlêrê di şewata malekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li Hewlêrê di şewata malekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li Hewlêrê di encama şewata melekê de, 2 kesan canê xwe ji dest dan, yek ji wan ciwanekî 14 salî ye.

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Medenî Raîd Serkewt Kareş ji K24ê re ragihand, derengê şeva borî li taxa Zanko agir bi malekê ket û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Diyar kir, kesên canê xwe ji dest dane bi navê Hesen Sebah Hesen Zeyd (44 salî) û Beşar Fehed Husên (14 salî) ye.

Da zanîn jî, keçeke din ya 4 salî jî bi rêjeyeke kêm şewitiye û rewşa wê niha cîgir e.

Raîd Serkewt Kareş got jî, lêkolîn li ser sedema pêketina agir berdewam e.

 

K24

Top