• Sunday, 19 May 2024
logo

Tirkiye dest bi guhertina demografiya Girê Spî jî kir

Tirkiye dest bi guhertina demografiya Girê Spî jî kir

hijmareke zêde aware li bajêr bicîh kiriye.
Koçberên Efxanî li vê bajarê bicîh dike.

Li gor nûçeyeke malpera ahvalnews yaku xwe spartiye jêderên herêmî, rejîma Tirkiyeyê piştî guhertina demografiya Efrînê, vê carê jî dest bi prosesa guhertina demografiya bajarê Girê Spî kiriye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku hikûmeta Tirkiyeyê ev çend roje aware û koçberên ku ji Efxanistanê berê xwe dane Tirkiyeyê veguhestiye bo nava bajarê Girê Spî û wan di nava xanî û malên welatiyên Kurd de yên ku jiber şer û dagîrkirinê koçber bûne bicîh dike.

Heta niha tê gotin ku zêdetir ji hezar koçber û awareyên Efxanî gehêştine Tirkiye û Tirkiye jî piraniya wan şandiye bajarê Girî Spî ya li Rojavayê Kurdistanê.

Top