• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya

behsa metirsiyên DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê kirin.
Di civînê de behsa metirsiyên DIŞIê hate kirin.

Piştî nîvroya îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya G Cîgirê Fermandeyê hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê eneral Richard Bell û şandeke li gel kir.

Di civînê de pêşketinên dawî yê şerê terorê û gef û metirsiyên DIŞIê li Iraq û Sûriye, alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û erkê hevpeymaniya navdewletiya dijî DIŞIê giftûgo kirin û nirxandina rewşê kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo Iraq û herêma Kurdistanê li şerê dijî DIŞIê de kir û balkêşande  ser girîngiya rahênan û meşqpêkirina Pêşmerge ya ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.

Ji aliyê xwe ve General Bell xweşhaliya xwe ji bo alîkarî û hemehangiya hêzên wan ya li gel aliyên peywendîdarên li Iraq û herêma Kurdistanê nîşan da û hemahengî û alîkariya di navbera Pêşmege û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna DIŞI bi pêwîst zanî.

Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo nehiştina yek carekiya DIŞI û alîkarî û hevbeşiya bi navê dabînkirina aramiya li Iraq û navçeyê de hevra bûn.

Bi destkarî ve ji SHK hatiye wergirtin.

Top