• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokwezîrê Iraq, ji ber şewatê 3 berpirsên Zîqar ji kar dûrxistin û lêpirsîn li gel wan tê kirin

Serokwezîrê Iraq, ji ber şewatê 3 berpirsên Zîqar ji kar dûrxistin û lêpirsîn li gel wan tê kirin

Ji ber bûyera şewatê ya li Nasiriye, serokwezîrê Iraqê hejmarek berpirsên parêzgeha Zîqarê ji kar dûrxistin û lêpirsîn  li gel wan dê bê kirin.

Derengê şeva borî 12.07.2021ê agirekî mezin berbû nexwaşxaneya Îmam Husên a çareser kirina nexwaşên vîrusa koronayê li Nasiriye û ji ber wê zêdetir ji 62 nexwaş şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ofisa serokwezîrê Iraq Mistefa Kazimî di beyanameyekî de ragehand: Kazimî ji bo lêkolîn li ser bûyerê bilez pêkbê, li gel hejmarek wezîr û fermandarên ewlehiyê civiya ye.

Li gor heman beyanameyê, Kazimî di civînê de çend biryar derxistin ku ew jî waha ne:

- Lêkolîn li ser asta bilind a hikûmetê de li ser bûyerê

- Bilez şandina tîmeke wezaretê bo parêzgeha Zîqar

- Li ser ji kar dûrxistina wan berpirsên navê wan li xwarê destpê kirina lêkolîna li gel wan;

1 – Rêveberê giştî yê tenduristiya Zîqarê

2 – Rêveberê nexwaşxaneya Îmam Husên.

3 – Rêveberê berevaniya şaristaniya Zîqarê.

- Hemû wezaret erkdarin ji bo gehandina alîkariya bilez bo Zîqarê

- Derxistina hejmara wan kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne û ji mirovên wan re mafê kesûkarên şehîdan dayîn.

- Birîndarên ku rewşa wan xirabe şandina derveyî welat.

  • Ragehandina 3 roj şîna giştî li Iraqê.

Basnews

Top