• Wednesday, 03 July 2024
logo

Belcîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Belcîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

behsa rewşa heyî ya li Îraq û deverê kirin.
Serokwezîr li gel balyozê Belcîkayê yê li Îraq û Urdinê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Belcîkayê yê li Îraq û Urdinê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro sêşem 13ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya balyozê Belcîkayê yê li Îraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir.

Di civînê de me giftûgo li ser pêşhat û guhertinên li Îraq û deverê û pere pêdana têkiliyên navbera Belcîka û herêma Kurdistanê de kir.

Balyozê Belcîkayê Filip Vanden Bulcke silav û rêzên Serokwezîrê vê welatî gehandine me û balkêşande ser serdana me ya bo Belcîkayê û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Me jî spasiya hevkariyên Belcîkayê kir ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê, berdewame li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.

Me di berdewamiya civînê de tekez li ser girîngiya berdewam bûna hemahengiya navbera Belcîka û herêma Kurdistanê bo babetên ku cîhê girîngiya her du aliyane kir.

 

Rudaw

Top