• Thursday, 18 July 2024
logo

Berdevkê Wezareta Pêşmerge: Eger Bexda bixwaze dikare Heşdî Şeibî kontrol bike

Berdevkê Wezareta Pêşmerge: Eger Bexda bixwaze dikare Heşdî Şeibî kontrol bike

Berdevkê Wezareta Pêşmerge behsa rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kir û ragehand, nabe Heşdî Şeibî û grubên çekdar bibin cîhê metirsiyê li ser Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Osman Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin daxuyaniyên aşkera û gefxwarin ji aliyê Heşdî Şeibî ve tên kirin û behsa tolhildanê dikin û bertek jî gelek in, lê dîsa jî rewşa Iraqê ber bi neseqamgiriyê ve diçe.’’

Herwaha got: ‘’Pêwîste hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bê çalak kirin û Hêzên Hevpeyman jî rola xwe li herêma Kurdistanê zêdetir bikin. Ji ber ew gefxwarin wisa kiriye terorîst zêdetir bibin û metirsî heye grubên din jî bikevin nav aloziyan. Eger hikûmeta Iraqê nikare rewşa kontrol bike, wa aşkera rewş xirabtir dibe. Ji ber ew Heşdî Şeibî û milîsên çekdar di bin sîbera hikûmeta Iraqê de kar ji bo têkdana rewşê dikin.’’

Berdevkê Wezareta Pêşmerge got: ‘’Peyam wisa diyar dikin ku eger ew grub her waha berdewam bikin, grubên din jî dê bikevin nav aloziyan. Ji ber wê Hêzên Hevpeyman vê derbarê de hatine ser xetê û daxwaz dikin, Bexda parêzgeriyê li hêzên hevpeyman û serweriya xwe bike.’’

Herwaha got: ‘’Eger Bexda bixwaze dikare Heşdî Şeibî kontrol bike. Vê derbarê de jî me daxwaz ji Bexdayê kiriye, ew grubên metirsîne bo ser asayîşa deverê ji navçeyên cîhê nakokî li ser bên dûrxistin.’’

 

Basnews

Top