• Sunday, 30 June 2024
logo

200 milyar Dînar ji Bexdayê kete ser hejmara bankê ya Herêma Kurdistanê

200 milyar Dînar ji Bexdayê kete ser hejmara bankê ya Herêma Kurdistanê

Ew 200 milyar Dînarê ku rêkeftin li ser pêk hatiye ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ket ser hejmara bankê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragehand: “Ew 200 milyar Dînarê ku rêkeftin li ser pêk hatiye ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ket ser hejmara bankê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’

Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji K24ê re got: “Li gor nivîseke Encûmena Wezîran a Iraqê biryar bû roja Pêncşema borî 200 milyar Dînar bo mûçeyê fermanberan biketa ser hejmara bankeyê ya Herêma Kurdistanê. Piştre ji ber temambûna dewama fermî roja Pênçşemê, ji bo îro hat paşxistin.

Berî niha Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ji K24ê re ragehandibû: ‘’Ew pere ji bo mûçexwarên Herêma Kurdistanê wek sulfe ye, heta ku rêkarên pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bikeve warê cibicîkirinê.’’

Roja 15.6.2021ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de guftûgo derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twittekê de ragihand, “Ez kêfxweş im ku radigihînim; em gihiştin rêkeftinê ku beşa budceya Herêma Kurdistanê were şandin, ev jî ji meha yekem a îsal ve dê were hîsabkirin.”

 

K24

Top