• Sunday, 19 May 2024
logo

Îraq: Emê dozê li hember Îranê vekin

Îraq: Emê dozê li hember Îranê vekin

dibêje Îran bi berdewamî avê li ser Îraqê qut dike.
Dibêje Îran ava ku dihereke Îraqê kêm kiriye.

Wezîrê çavkaniyên avê yê Îraqê Mehdî Reşîd Hemdanî ragihand ku Îran di wan demên dawî de ava ku dihereke nava Îraqê gelek kêm kiriye.

Hemdanî di daxuyaniyekê de ji çapemeniya Îraqê re diyar kiriye ku Îraq gelek caran daxwaz ji Îranê kiriye daku li gor rêkeftin û qanûnên navnetewî li hember ava ku dihereke tev bigere lê mixabin Îran vê yekê nake û eger Îran berdewam be li ser qut kirin û kêm kirina avê li ser Îraqê, vê demê Îraq neçar dibe li dadgehên navnetewî li dijî Îranê dozê veke.

Weke tê zanîn ev çend sale hem Îran û him jî Tirkiye bi rêya çê kirina bendavan, ava ku diherike Îraqê kêm dikin û çend caran jî di navbera wan welatan de civîn hatine lidarxistin lê ti encamake civînan nebûye.

Top