• Saturday, 29 June 2024
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya

Serok Barzanî li  gel Konsulusê nû yê  Amerîkayê civiya

dibêje Amerîka daxwaza Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.
Pîwerdariya Konsulusê berê bi dawî hatiye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino kir.

Di civînê de ku Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rober Waller jî têde beşdar bû, giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê, hilbijartinên Îraqê û prosesa siyasiya herêmê hate kirin.

Her di heman civînê de Konsulusê nû yê Amerîkayê diyar kir ku, welatê wî dixwaze Kurdistaneke bihêz û yekgirtî bibîne, Amerîka hertim li hember îrade û biryara gelê Kurd rêzdar bûye.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku, Amerîka bi dilgiranî li metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê dinêre.

Top