• Sunday, 30 June 2024
logo

Rêveberiya Xweser biryara Neteweyên Yekbûyî şermezar kir

Rêveberiya Xweser biryara Neteweyên Yekbûyî şermezar kir

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di derbarê biryara Encûmena Asayişa Navdewletî de dilgiraniya xwe nîşan da, ji ber ku tenê rê da alîkarî bi rêya deriyê Bab El Hewa bigihêjin Idlibê û deriyê Til Koçer jî her girtî bimîne.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryara Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî makanîzmeya derbaskirina alîkariyên mirovî red kir û banga pêdeçûnê kir.

Rêveberiya Xweser ragihand, ku ew bi tûndî biryara Encûmena Asayişê red dikin û ew biryar rewşa mirovî li navçeyên wan xerabtir dike, bi taybet jî rewşa kampan ku bi deh hezaran kes têde dijîn û bi naçarî ji gund û bajarên xwe piştî “dagirkeriya Tirkiyê” derketin.

Rêveberiya Xweser daxwaz kir Encûmena Asayişa Navdewletî li biryara xwe vegere û deriyê Til Koçer were vekirin û bi yek astê li rewşa mirovî ya hemû navçeyên Sûriyê binêre.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de tê gotin:  “9ê Tîrmehê Encumena Asayişê ya Neteyên Yekbûyî li gorî madeya 2585an derbaskirina alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê ku bi rêya dergeha Bab El Hewayê re ye ya ku di bin kontrola dewleta dagirker a Tirk  û Cebhet El Nusrayê de, ji bo 6 mehan dirêj kir û dibe ku dirêjtir jî bibe. Ev biryar piştî zexta Rûsî-Tirkî ya ku di rûniştina dawî de li ser Encumena Asayişê ya Navnetewî kirin, hate pêkanîn.”

Rêveberiya Xweser biryara dirêjkirinê wekî cezaya li dijî 5 milyon kesên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîbe û dibêje: “Ev biyar her wiha isbat dike ku hin alî hene rewşa mirovî ya li Sûriyê bi qada siyasî de bi kar tîne, ev jî ne li gorî berpirsyariyên Encumena Asayişa Navnetewî û Neteyên Yekbûyî û saziyên wê yên mirovî ye.

Em bi tundî biryara Encumena Asayişa Navdewletî red dikin ku rewşa mirovî ya Sûriyê di berçavan re derbas nake, bi berdewamkirina ambargoya li ser herêmê ya ji hemû aliyan ve, ev biryar trajîdiya mirovî kûrtir dike, her wiha rewşa kampan jî aloztir dike ku li herêmên Rêveberiya Xweser zêdetirî 15 kamp hene û tê de biyanî û iraqî hene û kampên ku bi deh hezaran gelên me yên ku bi darê zorê ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirina koçber bûn, hene ji ber ku zêdetirî milyon koçberên ji hunerê Sûriyê ber bi herêmên me ve hatin, bi rastî jî em ne li dijî gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo gelê Sûriyê ne ku ji kîjan dergehê be, lê em li dijî dualîbûna pîvanan  û gefên mezin ên li dijî rewşa mirovî tên xwarin, nexasim li herêmên ku rêxistina DAIŞê tê de şikest.”

Rêveberiya Xweser herwiha tekez kir kir ku biryar rewşa mirovî di berçavan re derbas nake û got: “Li ser vê yekê em erêkirina hin aliyan a ji tedbîrên rûsî-tirkî re nexasim Amerîkayê red dikin, her wiha isbat dikin ev gav rewşa mirovî ya Sûriyê bi awayekî adlane di berçavan re derbas nake û di serî de berpirsyariya vê yekê û encamên vê biryarê ji saziyên neteweyî tê xwestin ku berî her tişî wekî biryareke siyasî tê dîtin.”

Di heman demê de Rêveberiya Xweser bang kir ku vê biryarê di berçavan re derbas bike û divê deriyê Til Koçerê were vekirin.

 

Rudaw

Top