• Saturday, 18 May 2024
logo

Mezlûm Kobanî: Hincetek di destê Tirkiye de nîne

Mezlûm Kobanî: Hincetek di destê Tirkiye de nîne

General Mezlûm Kobanî dibêje,  hincetek nîne ku Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve demeke dirêj di wan deverên “dagirkirî” bimînin û tekez kir, veger “bi xurtkirina hêza leşkerî, xwebirêxistinkirin û piştgiriya gel” ve girêdayî ye.

Li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê derbarê rewşa koçberên Serê Kaniyê komxebateke taybet birêve çû û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî jî bi rêya telekonferansê beşdarî komxebatê bû.

General Mezlûm Kobanî amaje bi proseya koçberbûna xelkê Serê Kaniyê û rewşa wan a xerab kir û got ku xelkê Serê Kaniyê di qonaxên dijwar re derbas bûn û tekez jî kir, xelk “dê careke din bi alîkariya hêzên me vegerin cih û warên xwe.”

Fermandarê HSDê tekez jî kir, ti hincetek nîne ku Tirkiye û “çeteyên wê” li wan deverên “dagir kirine” bimînin “ji ber ku tevahiya herêm û gelê me li dijî wan in.”

Mezlûm Kobanî dibêje, “rizgarkirina herêmên dagirkirî bi xebata Hêzên Sûriya Demokratîk û xurtkirina hêza wan a leşkerî ve girêdayî ye, herwiha girêdayî piştgiriya gelê herêmê û berxwedana koçberan ve jî girêdayî ye.”

Herwiha Mezlûm Kobanî got jî, xwebirêxistinkirin, rijdbûna li ser vegerê û xebata bo avakirina bingheha vegerê, dê “dagirkeriyê” jinav bibe û li ser komxebatê jî got, “wekî Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser em dê encamên komxebatê li gorî derfetên xwe bi cih bînin û ev komxebat dê bibe bingeha vegera koçberan li cih û warê xwe, dê bibe bingeha têkbirina dagirkeriyê.”

Li gor encamnameya hatiye belavkirin, zêdetirî 250 kesayet, nûnerên saziyên civakî, siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser û dezgehên ragihandinê, di komxebata taybet bi rewşa koçberên Sûriyê de amade bûn.

Di wê komxebata ku bi bin dirûşma "Em ê bimînin û vegerin" de birêve çû, êş, azar û pirsgirêkên koçberên Serê Kaniyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha li gor encamnameyê, dê komîteyeke 25 kesî ji koçberên Serê Kaniyê were pêkanîn û li ser nivîsingehan bê belavkirin û berdewam rewşa koçberan bişopîne.

Di encamnameyê de Netewên Yekbûyî jî di nav de bang li alî û rêxistinên navdewletî hatin kirin ku tawan û kiryarên li dijî xelkê Serê Kaniyê wek “qirkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd û tawana şer a plankirî” bê naskirin.

Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê wek “dijminahî û binpêkirina serweriya Sûriyê” hat binavkirin û bang hat kirin ku ev destwerdan bi dawî were.

 

 

Rudaw

Top