• Thursday, 16 January 2025
logo

Erdogan: Me proseya çareseriyê da destpêkirin lê ne me xilas kir

Erdogan: Me proseya çareseriyê da destpêkirin lê ne me xilas kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê Zindana Amedê bikin Navenda Çand û Hunerê û got, “Proseya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me xilas kir.”

Serokkomarê Tirkiyê li parêzgeha  Amedê di merasîma vekirina hinek kargehên li wê parêzgehê de axivî û got “Em Zindana amedê ku di demên derbasbûyî de navê wê bi îşkence û miameleya xerab belav bûye, vala dikin û dikin Navenda Çand û Hunerê.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî du sal û nîvan îro 9ê Tîrmeha 2021ê seredana Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kir.

Erdogan di serdana xwe ya bo Amedê de tevlî merasîma vekirina hejmareke proje û kargehan bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de got, “Amed di diroka xwe de her tim bûye bajarê şaristanî, aşitî, aramî û seqamgîriyê. Di demên derbasbûyî de yek ji pênc bajarên serekî yên pîşesaziyê yên Tirkiyê bû. Piştre felaketa terorê bi ser navçeyê de hat”

Erdogan di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir ku dema ew bûne desthilat bi daxwaza gel wan `Rewşa Awarte` bi dawî an û got: “Dema me AK Partî damezrand, em hatin vir û  min ji herkesê pirsî `Dema em hatin ser desthilatê hûn çi ji me dixwazin?`WWan got `Rewşa Awarte rakin`. Me `Rewşa Awarte` rakir. Me çi got, me  kir.”

Herwiha Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku wan di demên derbasbûyî de çi gotibe ew li ser wan gotinên xwe ne û diyar dike, “Me sala 2005an çi ji we re gotibe, em duh jî li wir bûn û em dê îro û sibe jî li wir bin. Me bi hemû dilsoziya xwe banga aştî, biratî, çareserî, maf, azadî û demkokrasiyê kir.”

Serokomarê Tirkiyê derbarê Zindana Amedê de jî `mizgîniyek` da ku di salên derbasbûyî de gelek îşkence û miameleyên xirab tê de hatine kirin, jî got, “Em Zindana Amedê ku di demên derbasbûyî de navê wê bi îşkence û miameleya xerab belav bûye, vala dikin û dikin Navenda Çand û Hunerê.”

Erdogan di dewama gotinên xwe de amaje bi hebûna PKKê ya li Başûrê Kurdistanê jî kir û wek “bela” bo Herêma Kurdistanê binav kir û got jî, “Tawanên xwe li wê derê jî berdewam dikin.”

Serokomarê Tirkiyê derbarê proseya çareseriya Pirsa Kurd de jî ragihand, “Proseya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me xilas kir. Ew kesên ku ji bo berdewamkirina rijandina xwînê proseya çareseriyê têk birin, îro hevkariyê li gel CHPê dikin. Sedema piştgiriya ku HDP, li Stenbol û bajarên din dide CHPê xizmaniya îdeolojîk e.”

 

Rudaw

Top