• Sunday, 30 June 2024
logo

"Herêma Kurdistanê ji bo Fransayê pêgeheke girîng e"

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê ya derbarê êrîşên mûşekî yên li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û Binkeya Eyn Esed a serbazî de diyar kir; hikûmeta Fransayê weke dostekî netewa Kurd gelek bi hûrgilî rewşê dişopîne, Parîs dixwaze Iraqeke aram û di nav wê de jî Kurdistaneke bihêz hebe.

Elî Dolemerî ji K24ê re diyar kir ku li gor nêrîna Fransayê, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn yekane herêm e ku cihê girîngiya wan e, ev jî ji ber sedema mirovî û pêkvejiyan û demokrasiya ku li Herêma Kurdistanê hene û li temamê deverên din tune ne.

Dolemerî destnîşan kir ku Fransa piştgiriya pêkanîna hilbijartineke bihêz li Iraqê dike, da ku bikarin hikûmeteke teknokrat çêbikin, hemû pêkhateyên Iraqê li xwe bigre, Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê di nav hikûmeta bê ya Iraqê de bihêz be.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê diyar kir ku Parîs hemû êrîşên terorîstî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar dike, bi awayekî taybet jî piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye, çimkî ev êrîş dibin sedema nearamiya herêmê, heta wê astê ku ev êrîş zirar didin Ewropayê jî, loma piştevaniya artêşa Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

 

K24

Top